‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye' 2022-03-05 09:13:10 ENQERE - Rojnamevanan diyar kir ku rojnamevan divê di şer de nexşerêya muzakereyê xêz bikin û gotin: "Berprisiyariya sereke ya rojnamavenan dabînkirina aştiyê ye." Têkiliya di navbera xwediyên çapemeniyê û desthilatê de herî zêde di dema şeran de xwe dide der. Saziyên çapemeniyê vediguherin bultena çapemeniyê ya welatên fonê didin wan an jî girêdayî wan in. Rojnamevanên li herêmên şer bi nûçeyên xwe hem dikarin şer gur bikin hem jî tevkariyê bikin ji bo aştiyê. Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Tezcan Dûrna yê hatiye îxrackirin. Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîlîdîrîcî û rojnamevan Abdûrrahman Gok û Saadet Yildiz ên li qada şer xebitîne, behsa berpirsiyariyên rojnamevanên li qada şer kirin.    Dûrna, diyar kir ku di teroriyê û pratîkê de ferasetên cuda yên nûçeyan hene û çapemenî jî bi piranî şer wekî "amîgo"yan vedibêje. Dûrna, destnîşan kir ku rojnamevan divê wisa bidin der ku kesek di şeran de bi ser nakeve, her du alî jî têk dişikên.    Dûrna, bibîr xist ku ên di şeran de têk dişikên ne serokên dewletan in û got: "Ên di şer de têk dişikên jin, zarok, extiyar, xweza û heywan in. Lê çapemeniya berbelav tiştên wekî kî şer daye destpêkirin, pêvajo çawa diçe hwd. nîşan dide."    ‘ROJNAMEVAN DIVÊ NEXŞERÊYÊ XÊZ BIKIN'   Dûrna, destnîşan kir ku di teoriya zanistê de divê çapemenî di pozîsyoneke dijî şer de be, lê di rastiyê de jî ji ber têkiliyên xwedîbûnê yên çapemeniyê çapemenî li gor polîtîkaya dewletên xwe tevdigere. Dûrna got: "Kîjan welat fonê bide çapemeniyê, çapemenî li gor polîtîkayên wan tevdigere. Saziyên çapemeniyê dibe ku nikaribin xwe ji polîtîkayên welatên xwe xalî bikin, lê rojnamevan dikarin vê bikin. Rojnamevan, dikarin dînamîka şer eşkere bikin. Dikarin ji bo muzakereyê nexşerêyê xêz bikin."    Dûrna, bilêv kir ku li Tirkiyeyê jî ev rewş pir ne cuda ye û got: "Çapemeniya Tirkiyeyê her tim di mijarên têkildarî berjewendiyên neteweyî de li cem dewletê sekiniye. Ji Cumhûriyetê heya Hurriyetê hemû wisa ne."    ‘ROJNAMEVAN HÊLA NEŞERXWAZ E'   Ombûdsmanê Çapemeniyê Farûk Bîlîdîrîcî jî destnîşan kir ku di şer de rojnamevan divê alî negirtin û cihêkariya mafdar-nemafdar nekin. Bîldîrîcî, ew cihêkariya "şerê mafdar-nemafdar" nake û got: "Ez vê cihêkariyê nas nakim. Ji lew re hemû şer zirarê didin mirovan. Bi hezaan mirov dimirin, koçber dibin. Dijderketina şer a rojnamevanan, etîka rojnamevaniyê ya gerdûnî ye. Gava rojnamevan alîgir be, dê bi kêrî mirovan neyê. Armanca me ya sereke em agahiyan ragihînin mirovan û ji bo qenciya mirovan bixebitin. Lewma gava em ne agahiyên rast, lê em wekî alîgir tevbigerin em ê nikaribin rastiyê ragihînin. Peywira me ya sereke berprisiyariya ji bo rasiyê ye. Berpirsiyariya rast, ragihandina agahiyên rast e."    Bîldîrîcî, desnîşan kir ku rojnamevan divê li ber desthilatê rabin, lê li Tirkiyeyê û cîhanê tişta tê kirin berevajî vê ye. Bîldîrîcî, diyar kir ku dagirkirina Ûkraynayê ya i aliyê Rûsyayê ve û dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYA'yê ve heman tişt in û li seranserê cîhanê çapemenî bi awayekî cuda li van bûyeran mêze dikin.    ‘ÇAPEMENIYA HERÊMÎ DIKARE TEVKARIYÊ BIKE JI BO AŞTIYÊ'   Rojnamevan Abdûrrahman Gok ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê şer ji nêz ve şopandiye, destnîşan kir ku çapemenî hem dikare tevkariyê bike ji bo bidawîbûna şer, hem jî dikare şer gurtir bike. Gok, diyar kir ku saziyên çapemeniyê yên mezin li gor bejewendiyên welatên ku ew girêdayî wan in tevdigerin û got: "Ne pêkan e ku mirov bibêje CNN International, BBC, Al Jazeera hwd. derî berjwendiyên welatan tevdigerin."    Gok, bal kişand ser nûçegihaniya herêmî ya di dema şer de û got: "Li gor çapemeniya global, çapemeniya herêmî xwedî cihekî taybet e di dema şer de. Çapemeniya herêmî, di rewşên wisa de pirî caran dikare pêbawerîbûnê û aştiyê dabîn bike."    Gok, bilêv kir ku çapemeniya berbelav û global, bi zimanê "em û ew" cihêkariyê dixin navbera gelan.    Gok, destnîşan kir ku rojnamevan divê "di şeran de lehengan nefairîne." Gok, bilêv kir ku li deverên şer çapemeniya herêmî divê mûkrofonê dirêjî derdorên tên tepisandin bike û ji bo avakirina civakeke piştî tahdeyê, dikare tevkariyê bike.    ÇAPEMENIYA TIRKIYEYÊ   Gok, ji bo rol û rista çapemeniya ya bi nûçeyên xwe dibe cihê guherandineke çawa jî ev tişt gotin: "Çapemenî, ji xeynî gurkirina rageşiyê, bi ambargoya li ser derdorên 'din', li hemberî aştiyê di weziyeta sûcdariyê de ye. Me dît bê heman çapemenî li rex desthilatê, di demeke kurt de çawa li bara civakê têgihan û bîrbiriya civakê guherand. Bi taybetî di salên 2013-2015'an de ku jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê, çapemeniyê cih da kesên li rex 'çareserî' û 'aştiyê'. Me dît, bê bandorek çawa li civakê kir, bê mirov çawa hev fêm kirin. Mixabin me dît, gava heman çapemenî vegeriya ser xeta xwe ya berê, bê rageşiya di navbera gelan de çawa gur jî kiriye."    Gok, di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku çapemeniya di bin banê desthilatê de armancên hemû alîgirên şer aşkere nake, tenê şer gur dike û got: "Divê cih bidin dengê kesên aştîxwaz jî. Çapemeniya xwepêşandanên dijî şer ên Rûsyayê nîşan dide, divê xwepêşandanên dijî şer ên li Ûkraynayê jî nîşan bide. Û çapemenî divê di şerê Sûriyeyê de jî xwedî heman helwest bûna, lê mixabin li Tirkiyeyê çapemenî, bi peywira çapemeniyê tevnagere. Wekî parêzvanê polîtîkaya îqtidarê tevdigere û dibe sedema gurkirina rageşiya di navbera gelan de."    NÛÇEGIHANIYEKE SIVÎL   Rojnamevan Saadet Yildiz ku li Kobanê û di dema qedexeyên derketina derve de li Cizîrê rojnamevanî kiriye, bal kişand ser rojnamevaniyeke li ser esasên sivîltiyê. Yildiz ku got "Ger hûn rojnamevaniyeke wiha bikin hûn ê karibin fêmkirina xwezaa şer bidin der" destnîşan kir ku di rojnamevaniyeke wiha de tişta sereke dabînkirina aştî yan jî agirbestê ye.    Yildiz, diyar kir ku di dema şer û pevçûnan de divê rojnamevan rêzê nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin, dijî şer bin û adil û bêalî tevbigerin û got: "Her rojnamevan xwedî feraset û bîrdoziyekê ye, lê ger ev bên binpêkirin dê şer gurtir bibe. Bi taybetî berpirsiyariya herş mezin dijberiya li ber rijandina xwînê ye. 'Çen mirov mirin?', 'Çen xanî xera bûn?' an jî 'Çend mirov koç kirine?' Çêkirina nûçeyên bi vî rengî girîng e, lê peywira sereke çêkirina nûçeyên têkildarî jiholêrakirina vî şerî ye."   MA / Berivan Kûtlû