Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt! 2022-03-05 09:19:07 AMED - Dibistana Suleyman Nazîf bi hinceta dê "bibe navenda cazîbeyê" hatibû restorekirin. Piştî restorekirinê Qeymeqamtiya Sûrê lê bi cih bû. Sekreterê Egîtîm-Senê yê Şaxa Amedê Tahîr Çetîn, bertek nîşanî vê da û got, li navçeyê ji ber kêmbûna dibistanan polên dibistanên din pir qelebalix bûne.  Li navçeya Sûr a Amedê ji dibistanên di dema qedexeya derketian derve ya 2015'an de pir texrîb bûbû, yek jê jî Dibistana Navîn a Suleyman Nazîf bû. Dibistan, piştî 7 salan hat restorekirin. Lê vê carê ne wekî dibistan, wekî cihê nû yê Qeymeqamtiya Sûrê hat çêkirin. Wekî hincet jî hat nîşandan ku dê kuçeya ku dibistan lê ye bibe "navenda cazîbeyê", lewma pêdivî bi dibistanê tune ye. Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Amedê bertek nîşanî vê da.      Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Egîtîm-Sen a Şaxa 1 Amedê Tahîr Çetîn, bibîr xist ku piştî şer li herêmê perwerdehî demeke dirêj hatibû rawestandin. Çetîn got: "Di vî warî de li Sûrê pirsgirêk hene. Hem dibistanên biryara rûxandina wan hatiye dyaîn hene, hem jî dibistanên di dema şer de xerabûne hene. Suleyman Nazîf jî yek ji van dibistana ye." Çetîn, destnîşan kir ku ev yek jî bûye sedema ku pol qelebalixtir bibin û got: "Li wir li dibistana Ziya Gokalp, Îskender Paşa û Îsmet Paşa pol pir qelebalix bûne. Êdî hema bibêje pwerdehî nemaye. Ev yek hem bandorê li tenduristiya xwendekaran dike, hem jî baş nayên perwerdekirin."    Çetîn, anî ziman ku têkildarî van pirsgirêkan hevdîtin bi midûriyetên perwerdehiyê re kirine û got: "Ev biryar li gor me ne briyarên rast in. Em bang li Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr jî dikin; jib o tendursitiya zarokên me û perwerdehiyeke baş demildest divê dev ji vê biryarê bê berdan."    Çetîn ku got "Ger li Sûrê pêdivî bi avahiyeke qeymeqamtiyê hebe, li wir bis edan vîlla hene" destnîşan kir ku sedemên cuda yên vê biryarê hene. ÇEtîn got: "Dixwazin Sûrê ji mirovan xalî bikin. Em wisa difikirin ku bi vî awayî dixwazin kesên di dema şer de koç kirine careke din neyên vir. Ger tiştekî wisa tune be, nexwe bila li Dibistana Navîn a Suleyman Nazîfê ders dest pê bikin. Bila qeymeqamtî jî derbasî vîlayekê bibe û xizmeta xwe li wir bidomîne."