Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir 2022-03-05 12:07:37   RIHA - Malbata Şenyaşar got roja çarşemê di 9’ê mehê de salvegera Nobeda Edaletê ye û got: “Werin em di salvegera yekemîn de hemû bi hev re bêjin bila li Rihayê hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 362’emîn de berdewam dike. Ji ber ku îro edliye girtî ye, Emîne û Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê domandin.    9’Ê ADARÊ SALVEGERA NOBEDÊ YE    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê banga beşdariya salvegera yekemîn a nobeda xwe kir û vê peyamê belav kir: “Roja çarşemê di 9’ê Adarê de salvegera yekemîn a Nobeda me ya Edaletê ye. Tu baweriyek li ser rûyê erdê zilmê qebûl nake. Dayikek salek e li ber deriyê Edliyeya Rihayê qîr dike û dibêje, ‘Edalet li ku ye? Ka dewleta hiqûqî?’ Werin em di salvegera yekemîn de hemû bi hev re bêjin bila li Rihayê hiqûqa serdestan bi dawî bibe.”