Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr! 2022-03-05 18:38:50         ÊLIH - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku li ATK'ê pirsa "Serokkomar kî ye?" ji Aysel Tûglûkê hatiye pirsîn, lê ji ber ku Tûglûkê pirsê şaş bersivandiye rayedarên ATK'ê bi ser de kirine qîreqîr.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, li Êlihê wekî axivêr tevli panela bi ser navê "Jin di civakê de" bû. Gelek kees teevli panela ji aliyê Baroya Êlihê û ÎHD a Şaxa Êlihê hat lidarxistin bûn. Li hêwana ku panel lê hat lidarxistin pankartên li ser "Jin jiyan e, jiyan jin e" nivîsandî hatin daliqandin. Parêzer Bahar Kaya moderatoriya panelê kir.    Piştî axaftina destpêkê ya Kayayê, Eren Keskîn axivî. Keskîn, pêşî li ser Peymana Stenbolê ya bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hat fesixkirin sekinî.   TAHDEYA LI HEMBERÎ JINÊ Û ZIMANÊ DEWLTÊ   Keskîn, bal kişand ser tahdeya dewletê ya li ser jinê û got: "Gava eem dibêjin tahdeya ji ber dewleetê li jinan tê kirin, a rast eem beehsa vê dikin. Dema zimanê dewletê vediguheree zimaneekî hişk, tahdeya li jinê tê kirin jî zêdee dibe. Lewma tahdeya li jinê tê kirin polîtîk e."    ÎŞKENC   Keskîn, di axaftina xwe de li ser îşkenceya cinsî ya di bin çavan de li jinê tê kirin jî sekinî û destnîşan kir ku ewilî di qanûna ceza ya tirk dee tu beranberiyeke tahdeya cinsî ya li jinê tê kirin tune bû û got: "Piştî hin hewldanên me, hin daxwazên me hatibûn qebûlkirin. Û hin guherîn hatibûn kirin. Lê niha jî jinên bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin di warê muxatab de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji lew re dadgeh û dozgerî di îşkenceya cinsî de wekî delîl tenê belgeyên Saziya Tiba Edlî (ATK) esas digirin. Halbûkî ATK saziyeke pêzaniyê ya fermî ye. Lê dîsa jî saziyeke li gor vîna sîyasî dixebite. Lewma ATK tu carî raporeke temam nade."    GARÎBE GEZER   Keskîn, di berdewama axaftina xwe de li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan sekinî û Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û dest dirêjî wê hatibû kirin û paşê di hucreya tê de bû de jiyana xwe ji dest dabû bibîr xist. Keskîn, anî ziman ku dosyeya Gezerê niha li AYM'ê ye û ger encamek bi dest nekeve dê serî li DMME'yê bidin.    AYSEL TÛGLÛK   Keskîn, biryarên ATK'ê yên derbarê siyasetmedar a nexweş û girtî Aysel Tûglûkê de jî rexne kirin û behsa têkoşîna bi hev re ya bi Aysel Tûglûkê re kir.    Keskîn, da zanîn ku li ATK'ê di dema kontrolê de rayedaran ji Tûglûkê pirsî ne bê serokkomar kî ye û ji ber ku Tûglûkê bersiveke şaş daye, bi muameleyeke nebaş re rû bi rû maye.    Keskîn got: "Li ATK'ê ji Ayselê dipirsin, "Serokkomar kî ye?" Ji ber ku nizanibûye, bi ser wê de kirine qîreqîr. Ev pergala îşkenceyê ye. Min tu wextî hiqûq di vî halî de nedîtibû. Radibin gelek caran nexweşbûna mirovekê îspat dikin. Ev jî dibe cihê travmayekê."    Panel, bi pirs-bersivan bi dawî bû.