Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’ 2022-03-06 13:09:57   ŞIRNEX - Jinan li Cizîrê di çarçoveya 8’ê Adarê de hatin gel hev û bi cilên xwe yên netewî û rengîn kom bûn û li gel berzkirina dirûşmeyan govend gerandin.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya 8’ê Adarê ROja Jinan a Cîhanê de hevdîtina jinan li dar xistin. Hevdîtin li ber avahiya HDP’a Cizîrê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Jinan cilên xwe yên ji hev xweşiktir û rengîn ên netewî li xwe kirin û hatin cihê hevdîtinê. Xemla cilên jinan bal kişand ser xwe. Jinan dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin û govend gerandin.    Jin dê piştî hevdîtinê meşê li dar bixin.