Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike 2022-03-06 13:49:52   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê bi têkoşîna hevpar ava bikin û ev tişt got: "Wê Xeta Sêyemîn, li welat rêya komara demokratîk vebike."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hatayê bi dirûşma "Dema HDP'ê ye" Kongreya Asayî ya 4’emîn li eywanek dawetê ya li bajêr li dar dixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên pêkhateyên HDP’ê û gelek kes tevli kongreyê bûne. Bi zimanê kurdî, tirkî, ermenkî û çerkezî pankartên wek “Hûn bi xêr hatin”, “Me bi ciwanê dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Dawî li tecrîdê bînin, girtiyên nexweş berdin” û “Em xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin” hatin daliqandin.  Welatiyan beriya bernameya kongreyê dest pê bike li ber stranan govend gerandin.    Di destpêkê de ewilî Hevserokê HDP’a Hatayê Kerem Nalbant û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce û Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay axaftinên kurt kirin.        AŞTÎ BI DEMOKRASIYÊ PÊKAN E   Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û bi zimanê kurdî, erebî û tirkî beşdaran silav kir. Di axaftina xwe de Sancar, bal kişand ser şerê li Ûkraynayê û diyar kir ku hin caran ji bo têgihiştina aştiyê pêwistî bi jiyandina hilweşandina şer heye û wiha got: "Niha hilweşandin gef li dinyayê dixwe. Li herêm û welatê me bi salan e li dijî polîtîkayên şer; ji bo ku em bibin dengê aştiyê xebitîn û dev ji vê hedefa berneda. Li welat aştiya mayînde dikare bi demokrasiyê pêk were. Demokrasî jî bi çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd pêkan e. Ji ber wê em aştiya mezin ku wê welat demokratîk bike hedef dikin. Me tifaqa demokrasiyê weke polîtîkaya sereke ya vê hevkariyê diyar kir."   'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Di berdewama axaftina xwe de Sancar, rexne li polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê kirin û ev tişt anîn ziman: "Em bi zihniyet û desthilateke wisa re rû bi rû ne ku bi dehan sal in şer, xizanî, hilweşandinê ferz dike. Encamên vê polîtîkayê li her çar hêlên welat em dijîn. Niha erdên zeytûnan û gulberojkan ji bo rantê ji îmarê re vedikin. Hilberandinê anîne asta qedandinê. Niha jî li welat rêzên rûn çêdibin. Lê gel li ber xwe bidin.Wê gel ji polîtîkaya talanê re bibêjin bes. Vê hêzê bi gel re heye. Ew êriş dikin em mezin dibin. Rast e hevalên me digirin. Her roj bi rêbazên cuda dixwazin me bitepisînin. Lê divê em têkoşîn ixmal nekiin. Divê em guman nekin ku wê têkoşîna hevpar me derxe rojên azad. Parêzbendiya parlamentera me Semra radikin û hevala me Aysel Tûglûk di hucreyê de mehkûmî mirinê dikin. Lê em ê serî netewînin û qet xwe radestî wan nekin.    XETA SÊYEMÎN   Sancar, diyar kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê bi têkoşîna hevpar ava bikin û ev tişt got: "Wê Xeta Sêyemîn, li welat rêya komara demokratîk vebike. Wê aştî li tevahiya welat belav bibe em ê teqez bi serkevin. "   RÊVEBERIYA NÛ HAT DIYARKIRIN   Di kongreyê de piştî xwendina raporên malî û xebatan hatin xwendin ji bo rêveberiya nû ya HDP'a Hatay dengdan hat kirin û ji bo hevserokatiya bakar Hulya Ateş û Kerem Nalbant hatin hilbijartin.