Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike 2022-03-07 09:18:00 AMED - Îsmaîl Uzmez ku ji bo mala xwe ya dîrokî tenê du ode jê mane têdikoşe, ev tişt got: "Ji bo ku bikevim mala xwe divê destpêkê destûr bigirim. Em bizanibin ku em ê bimirin jî em ê serê xwe daneynin. Ev der nasname û şerefa min e."   Li navçeya Sûrê ya Amedê, mexdûriyeta niştecihên taxên ku di qedexeyên derketina derve yên sala 2015'an de hatin hilweşandin didome. Gelek malbatên ku dema qedexeyan koçkirin li wan hat ferzkirin, li tax û navçeyên cuda yên Amedê bi cih bûne. Sê hilbijêr danîn pêşiya van malbatan; bedêla mulkê, malên TOKÎ'yê û malên ku ji nû ve li şûna malên wan bên çêkirin pêşniyarî wan hatin kirin. Gelek malbatan li şûna malên xwe daxwaza malên ku ji nû ve bên çêkirin kirine. Lê ji bo metreçarnika van malan 2 hezar TL hat xwestin. Ji ber vê hinek malbat bi malên TOKÎ'yê razî bûn. Malbatên ku ji bo malên xwe yên hatin hilweşandin û bşeke wan li ser piya mane têdikoşin, bi demê re bi zehmetiyên cuda re rû bi rû man. Qadên ku mulkê malbatan lê bûn pêşkêşî sermayedarên bajar tên kirin û bi dirêjkirina pêvajoya sererastkirinê malbat tên bêzarkirin.      DU ODE LI SER PIYA NE   Yek ji kesên ku 6 sal in mala wî radestî wî nehatiye kirin jî Îsmaîl Uzmez e. Uzmez ku niha li taxake din di kirê de dimîne, daxwaza mala xwe ya ku bi "destûra taybet" dikare biçê dike. Uzmez, da zanîn ku ji mala wî ya 379 metreçarnik tenê du ode mane û tştên hatine serê wî wiha vegot: "Em 52 kes dijiyan. Bi tang û topan ketinê. Hê jî ji binî wan kavilan hestî dertên. Dema ku em derketin mala me tiştek pê nebûbû. Me nikaribû amûrên xwe bigirta. Me digot, em ê dîsa vegerên mala xwe, em qet hilweşandinê nefikirîn. Em bi zora dewletê ji vir hatin derxistin. Dema ku em vegeriyan tu tişt nemabû. Hemû hilweşiya bû. Malên me gelek kevn bûn. Kevirên me yên dîrokî jî birine."   LÊ XEZÎNÊ GERIYANE   Uzme, destnîşan kir ku tenê carekê hezar TL alîkariya kirê girtiye û wiha axivî: "Ne malên me didin me ne jî malên me çêdikin. Em di kirê de ne û bi zorê kirê didin. Em daxwaza mafê xwe dikin. Li gelek deverên malê li xezîneyê geriyane. Ji bo xezîneyê asasê xaniyan kolandine. Wê mala min weke berê nebe. Beşa dîrokî bi tevahî hilweşandine. Em dev jê vê bernedin. Ez ê dewletê bidim mehkemê. Lewre dîroka min çûye. Xwestin ku malên me erzan bikin û bi malên TOKÎ'yê me bikin binî deyn. Me vê qebûl nekir. Malbatên ku ji bo TOKÎ'yê îmze avêtine poşman bûne. Îro ji bo biçim mala xwe divê destûr taybe bigirim. Heke sibê têketin serbest bibe ez ê rakim konê xwe û jiyana xwe li vir bidomînim. Em zanibin bimrin jî serî netewînin. Ev der nasname, namûs û şerefa min e. Ez ê nedim. Ez plan dikim ku gora xwe jî li hewşa vê malê çêbikim."   MAL Û ERSA WÎ JÊ GIRTIN   Mehmet Yildirim ku mala wî li taxa Hasirli li texma dikanên ku di 10'ê sibatê de pêşkêşî dewlemendan hatin kirin bûye jî yek ji mexdûrên Sûre ye. Yildirim, sozên ku ji aliyê rayedarên demê ve ji wan hatibûn dayîn bi bîr xist û da zanîn ku dema mala wî hatiye hilweşandin çûye Miduriyeta Bajar a Bajarvanî û Hawirdorê û jê re gotine ku wê mala wî bidine wî lê piştî hilweşandinê tu tişt nedanê. Yildirim, da zanîn ku di projeyê de gere jê re mal bihata çêkirin lê piştre kirine qada bazirganî û wiha got: "Gotin, 'em nadin te'. Min xwest gilî bikim, lê dema çûm edliyeyê nehiştin ez biaxivîm jî. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê min xapand. Gelek kesan malên xwe negirt. Kêm kesan malên xwe girtin."   Yildirim, bi lêv kir ku ji ber ersa wî nedane wî di hêla derûnî de gelek bibandor bûye û ev tişt anîn ziman: "Divê ku dema cemawerî hatiye kirin îtîraz bihata kirin, lê me nedizanibû. Piştre me tapo girt lê êdî her tişt derbas bûbû. Niha jî ji bo ku xwe mafdar derbixe dewlet serî li her rêyê dide. Ji bo ku malê me ji me bigire dewletê li vir şerekî awarte ragihand. Heke vê nekirina nikaribûn cemaweriya lezgîn bikin. Rewşeke awarte jî tunebû."   MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş