Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin 2022-03-07 14:20:09   ENQERE - Parêzera siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan di Doza Kobanê de parastin kir û da zanîn ku axaftinên muwekîla wê yên di sala 2019’an de li dosyayê hatine zêdekirin. Kozan, diyar kir ku delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin û ev pirs kir: “Gelo çi eleqeya axaftineke di sala 2019’an de bi çalakiyên 2014’an ve heye?”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.   Danişîna dozê, bi parastina parêzera parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan dest pê kir. Kozan, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya mafê azadiya xweîfadekirinê. Kozan, di parastina xwe de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya Aksoy/Tirkiye bi bîr xist û wiha got: “Heman tişt di Doza Kobanê de jî hatiye dîtin. Kesên di vê dozê de tên darizandin, ji bo çekan bangek nekirine. Parlamenteran tenê di nîqaşên siyasî de fikra xwe anîne ziman. Lewma jî bi girtina wan re mafê azadiya raman hatiye binpêkirin.”    ‘GELO ÇI ELEQE HEYE?’   Di berdewamê de Kozan anî ziman ku axaftinên muwekîla wê nikare bi çalakiyên 6-8’ê cotmeha 2014’an ve bên girêdan û wiha domand: “Axaftinên muwekîla min ên di sala 2019’an de li dosyayê hatine zêdekirin. Erê baş e, çi eleqeya axaftineke di sala 2019’an de bi çalakiyên 2014’an ve heye? Twîta HDP’ê ya bo bangewaziyê jî tenê bangewaziyeke ji bo piştevaniyê ye. Bi biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş re jî xuya bû ku tu têkiliyeke tundiyê û twîtê bi hev re nîne. Ji bo piştevaniya bi xelkê Kobanê re gelek kesayet û saziyên cuda twîtên piştevaniyê parve kiribûn.”    ‘BI GOTINA ERDOGA RE ÇALAKÎ DIJWARTIR BÛN’   Parêzer Kozan, da zanîn ku beriya çalakiyên 6-8’ê cotmehê jî li gelek bajaran çalakî dihatin kirin lê piştî gotina Erdogan a “Vaye Kobanê li ber ketinê ye”, tundiya di çalakiyan de jî zêdetir bûye. Kozan, bi bîr xist ku HDP’ê ji ber çalakiyên tundiyê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala hişyar kiriye lê Ala ji HDP’ê re gotiye; ‘hinek hêzên ku ne di kontrala me de ne li qadê ne.” Bi domdarî Kozan anî ziman ku Ata bi endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê tê sûcdarkirin û wiha domand: “Ev komele, bi destûra wezareta karên hundir hatine avakirin. Lewma jî xebatên di van komeleyan de sûc nîne. Lê hewl didin navê tundiyê li TJA’yê bikin û îllegal nîşan bidin.”    ‘EMNIYETÊ DOSYA AMADE KIRIYE’   Kozan herî dawî jî wiha got: “DMME, gelek caran Tirkiyeyê mehkûm dike. Sedema vê jî, dadgerên mîna we ne. Derheqê parlamenterên HDP’ê de DMME’yê biryara binpêkirina mafan da. Li Tirkiyeyê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî HDP’iyan dibin. Dozger bi nêzikatiya ‘em ji ewil bigirin dê piştre delîlan bibînin’ nêz dibin. Her wiha delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin. Muwekîla min di sala 2012’an de çûye serdana herêma operasyonê lê ev yek weke sala 2015’an hatiye destnîşankirin. Her wiha hêzên emniyetê jî twîteke ku muwekîla min parve nekirî lê tenê ecibandî, li dosyayê zêde kiriye. Emniyet, vê cesaretê ji dozgerê dozê digire. Îdîaname ne ji hêla dozgeriyê lê ji hêla emniyetê ve hatiye amadekirin. Lewma jî dosyayeke hiqûqî nîne.”    Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê.