Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da 2022-03-08 09:02:35 RIHA - Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar, salek li dû xwe hişt. Ferît Şenyaşar got: "Heya edalet pêk neyê dê rayedar vê qîrîna me ya ji bo edaletê bibihîzin."  Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana kargeha mala Şenyaşar de êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşar. Di vê êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê Pirsûsê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşar ên bi giranî birîndar kuştibûn. Bavê wan Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşar hatibû lînçkirin û kuştin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsînê di 18 mehan de temam kiribû. Lê belê dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Lêpêrsîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara "veşarî" didome. Di danişîna biryardayînê ya 2'yê Nîsana 2021'an de li Fadil Şenyaşar ji malbata wî 3 kes hatibûn qetilkirin û birîndar bûbû 37 sal û 9 meh ceza hatibû birîn. Piştî bûyerê bi 15 mehan, di 18'ê Îlona 2019'an de jî Enver Yildiz, birayê wekîlê AKP'î, bi 50 parêzvanan hatibû Edliyeya Rihayê û hatibû girtin. Dadgehê 18 sal ceza li wî jî birîbû.    Ferdên malbata Şenyaşar li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê erkanên dewletê hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re sal derbas bûne, lê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn.    SALEK LI DÛ XWE HIŞT   Malbataê ji bo du daxwazan dest bi nobeda edaletê kiribû: Yek, berdana Fadil Şenyaşarê di êrişa xizmên Parlementerê AKP'î Yildiz da xwe parastibû û ji ber vê hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Dudo; betalkirina biryara "veşarî" ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê. Lê belê heya niha daxwazek malbata Şenyaşar jî nehatiye qebûlkirin û bi ser de jî 6 caran hatine binçavkirin.     Nobeda Edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku êdî dengê wê li seranserê Tirkiyeyê olan dide û heya niha gelek sazî, dezgeh, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, siyasetmedar û nivîskar serdana wê kirine û piştgiriya xwe ragihandine, salek li dû xwe hişt.   HER KESÎ VEXWANDIN BER EDLIYEYÊ   Ferdên malbata Şenyaşarê ku tevî hemû zext û zorî û astengiyên dewletê û şert û mercên dijwar ên hewayê jî bênavber çalakiya xwe ya ji bo edaletê didomînin, bi boneya sala yekemîn a nobedê careke din daxwazên xwe anîn zimên.    Malbata Şenşayar hemû parêzvanên mafên mirovan, hemû mirovên xwedî wijdan vexwandin ber Edliyeya Rihayê, cihê nobeda edaletê ya ku dê sibê salekê li dû xwe bihêle. Ferît Şenyaşar, destnîşan kir ku edaleta ku ew doza wê dikin daxwaza hemû gelên Tirkiyeyê ye. Şenyaşar got: "Pêdiviya her kesî bi edaletê heye. Sibê sala nobeda me diqede. Em li benda hemû kesên ku zilmê qebûl nakin û doza edaletê dikin ku bên ber Edliyeya Rihayê. Em ê dengê xwe bigihînin rayedarên ku naxwazin bibihîzin. Ev qîrîna ku xwe Edliyeya Rihayê pêça, li tevahiya Tirkiyeyê olan dide. Heya edalet pêk neyê dê rayedar vê qîrîna me ya ji bo edaletê bibihîsin."    MA / Emrûllah Acar