Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd' 2022-03-08 09:06:48 STENBOL - Endamê DÎAYDER'ê Mele Yûsûf Înal, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî derbarê wan û komeleyê de doz hatiye vekirin û got: "Ji me re dibêjin ne bi ruhê xwe ne jî bi aqilê xwe 'nebin kurd'. Ger komeleya me bigirin, em ê yeka nû vekin."    Di 3'yê Tîrmeha 2021'an de li Stenbolê endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 9 kes jê bi hinceta xebatên komeleyê di 9'ê Tîrmehê de hatibûn girtin. Piştî binçavkirinê bi 6 mehan jî derbarê 23 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê kirine" îdianame hatibû amadekirin û derbarê 5 kesan de jî biryara neşopandinê hatibû dayîn.      Îdianameya hatibû amadekirin berî berpêşî dadgehê bê kirin, serwîsî çapemeniya hewzê hatibû kirin. Piştî vê Wezareta Karên Navxweyî jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi teftîşê kiribû. Paşê îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin û di danişîna ewil de Nezîr Erdemcî, Sefa Mehmetoglû û Enver Karabey hatibûn berdan û derbarê 6 kesên din de jî biryara berdewamiya girtinê hatibû dayîn.    Her wiha piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê lêpirsînek din dabû destpêkirin derbarê komeleyê de. Piştî lêpirsînê Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bakirkoyê jî "doza girtina komeleyê" vekir.    LI DIJÎ YEKMEZHEBIYÊ HAT VEKIRIN   Ji damezrînerên DÎAYDER'ê Mele Yûsûf Înal, zextên li ser komeleyê, binçavkirin û girtina endamên wê û doza girtinê ya derbarê komeleyê de nirxand.    Înal, bilêv kir ku 20 salan li Diyanetê meletî kiriye û piştî di sala 2000'î de teqawid bûye, tevî meleyên xwestine di warê mezheba şafîtiyê de xizmetê bikin komeleyek ava kirin, lê piştî komeleya wan a li Fatîhê hatiye girtin vê carê DÎAYDER'ê vekirine. Înal, ji bo armanca komeleyê got: "Bîrdoziya fermî çawa ku yekzimaniyê ferz dike, di heman demê de yekmezhebiyê jî ferz dike. Me jî ji bo em vê ferasetê bişikînin, me ev komele vekir."    Înal, diyar kir ku di nav hincetên doza girtinê de "tevlêbûna merasîma cenazeyan jî heye" û got: "Ez tevli şîna eskerekî jî bûm, cînarê me bû. Her wiha tevli taziyeya Serdozgerê Komarê Mehmet Emîn Kîraz jî bûm. Ez çûme taziyeya cihûyan û xirîstîyanan jî. Taziye, wezîfeyeke mirovî ye. Ev ne meseleya kurd, tirk û ereban e. Telefonî komeleyê dikin û dixwazin em tevli taziyeyê bibin. Em napirsin bê kî ne, çi ne. Em wekî meleyên wan bi pereyan xizmetê nakin. Em doza qurîşek pere jî ji wan nakin."    ŞÎRK   Înal, anî ziman ku di îdianameyê de hatiye gotin ku ew talîmatê ji KCK'ê digirin. Înal, bilêv kir ku ev ne rast e û got: "Bepirsiyariya me em wezîfeya xwe ya îslamî bînin cî. Em talîmatê ji kesî nagirin. Pîvanên min QUran, ayet, sunet û aqilê selîm in. Wijdan û ehlaq e. Dînê îslamê li ser esasê ehlaqê ye. Di Diyanetê de kî hebe, ez gazî hemûyan dikim; diçin ji ku derê cîhanê tînin bila bînin. Dixwazî bila biçin ji Misirê, ji Erebîstana Siûdî bînin. Li ku derê profesorên wan ên baş hene bila wan bînin. Em li hikmên Quranê mêze bikin; kî heq e, kî neheq e, bila Quran biryarêê bide. Ji vê gotina min ditirsin. Ji lew re neheq in. Dewletê wekî Xweda qebûl dikin. Ev şîrk e. Dîtin ku em derî hikmên Quranê tevnagerin û lewma em dan ber dadgehê."    ‘BILA DEV JI NEHEQIYÊ BERDIN'   Înal, diyar kir ku ew di warê hiqûqa îslamê û Tirkiyeyê de serwext e û got: "Ne di îslamê, ne di demokrasiyê, ne di sosyalîzmê, ne di komunîzmê ne jî di nirxên din ên mirovî de tiştekî wiha tune ye. Çima girtin? Ji lew re çavkaniya me Quran e. Ger kurê min û yekî pûtperest şer bikin, gava kurê min neheq be û yê pûtperest mafdar be, Quran şahid e, ez ê yê pûtperest biparêzim. Dîn, wijdan, ehlaq, demokrasî û aqilê selîm ev e. Ger em kurd neheq bin, em ê neheqiya xwe qebûl bikin û dawa lêborînê bikin. Ger tiştekî wiha tune be, êdî bila dev ji vê neheqiyê berdin."    DIBÊJIN 'NEBIN KURD'   Mele Înal, bilêv kir ku di çarçoveya dozê de peyvên kurdî jî sûc hatine hesibandin û ji bo vê got, tiştekî absurd e. Înal got: "Dizanin ku gelê kurd ji wan qedîmtir e. Çandek wan heye. Ji ber vê bi hovîtî bi ser gel de diçin. Tenê ne tirk, ereb û ecem jî bi heman awayî înkarê dikin. Lê çi kirin jî nikaribûn vî gelî qir bikin. Ji bo peyvên me yên kurdî yên di weazan de gotin, pêwendiya wan bi PKK'ê re heye. PKK hê du serî rakiriye. Beriya PKK'ê jî min ev nav li zarokên xwe dikir. Ev bahane ye. Ji me re dibêjin ne bi ruhê xwe ne jî bi aqilê xwe 'nebin kurd.'"    DOZA GIRTINÊ   Înal, ji bo doza girtinê jî got: "Em li welatekî sosret dijîn." Înal, diyar kir ku dozên hatine vekirin ne hiqûqî û ehlaqî ne û got: "Li Tirkiyeyê qanûna çolê derbasdar e. Tirkiye ne dewleteke hiqûq û qanûnê ye. Qanûnên xwe dieciqînin."    EM Ê CARDIN VEKIN'   Înal, bang li kurd, tirk û gelên cîhanê kir û got, wan pelekî darê jî jê nekiriye, lê bi awayekî bêhiqûqî û neheqî doz li wan hatiye vekirin û tê xwestin komeleya wan bê girtin. Înal got: "Ê ku zilmê bike birayê min be jî, ez ê li ber rabim. Ev Amerîka û Rûsya be jî ez ê li ber rabim. Em doza heq, edalet, aştî, wekhevî û yekîtiyê dikin. Ger komeleya me bigirin, em ê yekê nû vekin."    MA / Mehmet Aslan