Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest 2022-03-08 11:09:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvanê mafê mirovan Parêzer Margaret Owen, azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dişibîne serokê efsanewî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela xwest.     Parastvanê mafê mirovan Parêzer Margaret Owen (88) ku li Îngilistanê dijî, li ser hesabê xwe yê medya sanal bi parvekirinekê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocakan ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin daxwaza azadiyê kir. Owen ku yek ji pisporê mafê jinan û çareserkirina şeran e, di heman demê de di Înîsiyatîda Aştiyê ya Kurdistanê de cih digire.    Owen, di parvekirina xwe de Ocalan şiband serokê efsanewî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ku li dijî rejîma nîjadperest a apartheîd têkoşiya û bû yekemîn serokê reşik ê welatê xwe ku bi rêyên demokratîk hat hilbijartin.    Di parvekirina xwe de Owen, bi wêneyên xwe yê li pêşiya pankarta "Ji bo Ocalan azadî" re ev peyam parve kir: "Divê Ocalan azad bibe, 23 sal in li Îmraliyê di girtîgeha hucreyê de ye. Ew, nifteya aştiyê ya Rojhilata Navîn 'Mandela'yê kurd e. Nivîsên wî yên girtîgehê wekhevî, edalet û ji bo bihêzkirina jinan pergaleke nû ya dinyayê vedibêjin."