Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe 2022-03-08 14:51:23   ÊLIH - Di mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê de jin bi dowîz û dirûşman herikîn qadê. Qada mitîngê bi cil û bergên rengîn ên jinan xemilî. Jinan, di peyamên xwe de azadî ji girtiyên nexweş re xwestin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz da zanîn ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe.     Jinên Êlihî di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qada mitîngê hatin ba hev. Mitîng, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate organîzekirin. Mitîng dê saet di 12.00’an de dest pê bikira lê jinên Êlihî bi saetan beriya destpêkirina mitîngê herikîn qadê.    Her wiha endam û rêveberên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, rêxistinên HDP û DBP’ê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), pêkhateyên KESK’ê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û gelek rêxistinên civaka sivîl jî tevî bi hezaran jinên Êlihî bi cil û bergên xwe yên rengîn li qada mitîngê amade bûn. Hejmara jinan a li mitîngê her ku diçe zêdetir dibe. Li dika mitîngê, dirûşma pîrozbahiyên îsal a “Dem Dema Azadiya Jinan e” hatibû hilayîstin.      PEYAMÊN JINAN   Jin, bi flameyên kesk, sor û zer, xemrî û spî hatin qada mitîngê. Jinan, peyamên xwe bi pankart, dowîz û lolîpopan dan. “Bijî berxwedana jinan”, “Êdî bes e, dem dema azadiyê ye”, “Çi bi Gulistan Doku bû?” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” çendek ji van peyaman bûn. Di heman demê de jinan alên ku li ser “Jin, jiyan, azadî” hatibûn nivîsandin hejandin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin.    Coşa mitîngê her ku diçe geştir dibe û tê payîn ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca di mitîngê de biaxivin.    Hevşaredara Êlihê ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Songul Korkmaz xivî û wiha got:"Li dijî zihniyeta Peymana Stenbolê fesh kir em îro li qadan e. Kes nikare Peymana Stenbolê û sîstema me ya hevserokatiyê krîmînalîze bikin."   Pişt re mitîngê bi stranên Koma Rîtmên Azadiyê dewam kir û jinan govend gerand.    Dû re Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Nurten Uzumcu nameya Tifaqa Jinan ya Demokratîk a Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn (NADA) xwend. Di nameyê de jinan bal kişandin ser êrişên dewletê yên sîstematîk ên li ser jinên kurd.    Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî axivî û wiha got:"Jinên cîhanê feyza têkoşînê ji jinên kurd digirin. Her wiha ji bo rêya aştiyê vede divê deriyên Îmraliyê vebe. "   Piştî axaftina Ûca hunermend Ozlem Baglayan derket ser dikê û strî.    'RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz derket ser dikê axivî û diyar kir ku dê jin dev ji rengê xwe bernedin û wiha got:"Jinan bi berdêla da destkeftiyên xwe bi dest xistin. Ji bo van destkeftiyana jin niha li qadan e." Akdenîz destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe.   Mîting piştî axaftinan bi stranên hunermendan bi dawî bû.