Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist 2022-03-08 17:26:36   WAN - Piştî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê, bi tevlibûna sedan ciwanan meşek hat lidarxistin. Di meşê de ciwanan dirûşma “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin.    Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dema azadiya jinan e” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng, li Parka Mûsa Anter hat kirin. Piştî mitîngê, bi tevlibûna sedan ciwanan meşeke girseyî hat lidarxistin. Girseya ku ji sê aliyan ve ber bi deriyê derketinê ve dimeşiya, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin.     CIWANAN BARÎKAT DERBAS KIRIN    Ciwanan, barîkatên polîsan derbas kirin û heta Qada Beşyolê meşiyan.