ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-09 09:00:21 * Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku dewlet di mijara pirsgirêka kurd de bi feraseta demên berê tevdigere û wiha got: “Her tim hewl didin ji demê re vehêlin. Ev stratejiya wan e. Lê ev zîhniyeta ku dibêje; ‘gelo em ê bikarin bi vê stratejiyê 3,5,10 salan paşve bixin’ neçarî têkçûnê ye.”  * Zext, çewisandin, tahde û binpêkirinên li girtîgehan rû didin, ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê û Esat Oktay Yildiran in.    * Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Alî Gulmez ku ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Kiriklarê hat kirin, berî bê sewqkirin nameyek ji CÎSST'ê re şandiye û di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên bi wan re rûbirû maye.    * Li Rihayê ajovanên serwîsên xwendekaran nerazîbûna xwe ya ji bo bihabûna sotemeniyê anîn ziman û gotin: "Heqdesta me 300 TL ye, mazota em xerc dikin 400 TL ye. Em ê nikaribin bi vî awayî bixebitin."   * Danişîna doza Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari ku parlamenteriya wî hatibû xistin wê li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.20)   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar îro salek li pey xwe dihêle. Dê nobed di roja 366'an de berdewam bike. Ji ber salvegera nobedê parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî wê bi serdanekê piştgiriya malbatê bikin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Wan û Baroya Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Wê HDP komcivîna xwe pêk bîne. (13.15) Zindî    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, wê rapora xwe ya sala 2021'an a derbarê binpêkirinên mafan ên Herêma Marmarayê aşkera bike. (13.30)