11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan 2022-03-09 11:18:36    MÊRDÎN - Haşîm Kaya ê li Girtîgeha Amedê girtî ye tevî ku cezayê wî qediyaye jî 11 meh in nayê berdan. Emîne Kaya got “poşmantiyê” li kurê wê ferz dikin û vê wek “zilmê” nirxand.    Haşîm Kaya di 25’ê tîrmeha 2014’an de li Rihayê tê girtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê tê birîn. Niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê girtî ye. Tevî ku ev 11 meh in înfaz ango cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Cezayê Kaya bi îdiaya “halê baş nîne” hatiye taloqkirin û lewma nayê berdan.    ‘ZILMÊ DIKIN’    Wê berdana Kaya di meha nîsanê de dîsa bê nirxandin. Dayika wî Emîne Kaya bertek nîşanî nebardana kurê xwe da û da zanîn ku ev biryar bi awayek kêfî tên dayîn. Kaya anî ziman ku silava ku daye lawê xwe jî kirine hêceta taloqkirina înfazê û got: “Çavê me lir ê bû. Lê nehat berdan. Cezayê wî cara duyemîn 6 meh hat taloqkirin. Min berê saetek wî didît niha kirine nîv saet. Zilmê li girtiyên me dikin. Îdareya girtîgehê ‘poşmantiyê’ li kurê min ferz kiriye. Wî jî gotiye, ‘min sûc nekiriye ku poşman bibim’. Lewma wî bernadin. Dema wî girtin eziyet lê kirin û guhek wî xesar dîtiye. Ez dixwazim tevahiya girtiyên cezayên wan qediyane werin berdan.”