Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin 2022-03-09 12:45:03   ENQERE - Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 10 girtiyên sewqî Girîgeha Kiriklara Îzmîrê hatin kirin, 5 meh in tên tecrîdkirin.    Sercan Gumuş, Rohat Caruş û Samî Ozturk ên li Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê girtî ne, nameyek ji Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş re şandin. Girtî di nameyê de behsa binpêkirinên mafan ku pê re rûbirû mane dikin.    Di nameyê de hat destnîşankirin ku 5 meh berê 10 girtî ji Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F’yê hatine sirgûnkirin û wan li blokek din a girtîgehê radigirin. Di nameyê de hat diyarkirin ku 10 girtî ji ber lêpirsîna ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye destpêkirin tên tecrîdkirin û çi hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirine jî bêencam man. Di nameyê de hat gotin ew nizanin ka lêpirsîn ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye destpêkirin an na.    Di nameyê de hat destnîşankirin ku tecrîdkirina 10 girtiyan nayê qebûlkirin û xwestin dengê wan bê bihîstin.