Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin 2022-03-09 14:32:59   AGIRÎ - Danişîna doza rojnamevan Azîz Orûç û Dîcle Muftuoglû jî di nav de ku 6 kes tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna doza rojnamevan Azîz Oruç ê di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê li gel Muhammed Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek hatibû girtin û rojnamevan Dîcle Muftuoglû jî di nav de 6 kesên tên darizandin hat lidarxistin. Danişîna 7’emîn jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Parêzer û miwekîlên xwe hêcetên xwe ragihandin û beşdarî danişînê nebûn. Şandeya dadgehê jî danişînê taloqî 3’yê hezîrana 2022’yan kir.