Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê 2022-03-09 15:02:28   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê têkildarî binpêkirinan, ji parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş re nameyek şandin. Girtiyan, diyar kir ku 5 lêgerînên cuda li ser wan tên ferzkirin, bi darê zorê li nava devê wan tê nihêrîn û ev 3 meh in jî nahêlin ku girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê.    Girtiyên bi navên Mazhar Guler, Ekrem Baydogan û Kemal Ozelmali ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş re nameyek şand. Girtiyan, da zanîn ku mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin û ev 3 meh in nikarin biçin nexweşxaneyê. Di berdewamê de jî girtiyan diyar kir ku leşker bi rengekî kirêt nêzî wan dibin û sepana lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin.    Girtiyan, destnîşan kir ku dema li hemberî van sepanên biçûkxistinê derdikevin, bi îdiaya “qebûl nake ku lêgerîn bê kirin” û “nexwest biçe nexweşxaneyê” girtek tê amadekirin.    MECLISÊ JÎ BERSIV NEDA    Di berdewamê de jî girtiyan anî ziman ku rewşa heyî bi rêveberiya girtîgehê û rayedaran re parve kirine lê belê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Girtiyan, daxuyand ku dema bersiv tê dayîn jî dibêjin; ‘ew cendirme ne, li ber qada me nakevin.’ Bi domdarî di nameyê de ev agahî hatin parvekirin: “Rewşa girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, roj bi roj xerabtir dibe. Me serî li Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da lê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Dema em tên sewqkirin, bi dedektorê lêgerîn tê kirin, ji cîhazê X-rayê re derbas dibin. Lê cendirme dîsa me hem bi destan û hem jî bi dedektoran lêgerînê li ser me dikin. Di vê navberê de jî tiştên ku mirovan biçûk dixin dikin. Daxwaza me ew e ku ji bo pêşîlêgirtina van sepanan, hemû kes bikeve nava liv û tevberê.”