Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin! 2022-03-09 16:19:02 ENQERE - Sê bersûcên ji Qetlîama Konyayê tên darizandin, giliyê malbata Dedeogûllari û parêzeran kirin û daxwaza parastinê kirine.  Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîmreha 2021’an de kujer Mehmet Altûn li dijî 7 ferdên malbata Dedeogullari ya kurd êrişek nijadperestî pêk anî û her 7 ferdan qetil kir. Alî Keleş, Velî Keleş û Ayşe Keleş yên ji dosyeya kujer Mehmet Altûn ne girtî tên darizandin, giliyê parêzer û xizmên malbata Dedeogllari kirin.    Her sê bersûcan giliyê parêzerên malbatê derbarê Ebrû Akal, Hişyar Ozalp, Mavîş Aydin, Abdurrahman Karabulut û Alî Bozan û her wiha hin kesên xizmên malbatê de serî li Serdozgeriya Konyayê dan û giliyê wan kirin. Bersûc îdia dikin “hin kesên mîhraq tarî” xwedî li dozê derketine û doz tê manîpulekirin. Bersûcên ku piştgirî dane kujer îdia dikin ku parêzer û xizmên malbatê nijadperestiyê dikin.    DAXWAZA PARASTINÊ JÎ KIRINE    Bersûcan her wiha serî li Wezareta Karên Navxweyî û Serokkomariyê dane û daxwaz kirine ku ji parêzer û xizmên malbatê bên parastin. Li ser vê gilîkirina bersûcan vê carê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ji parêzeran parastinê xwest.    ‘DOZGERÎ PARASTINÊ DIXWAZE’    Ji parêzeran Alî Bozan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: “Di doza Qetlîama Konyayê de sê bersûcên bi kujer re tên darizandin, derbarê min û 4 hevpîşeyên min de li dozgeriyê gilî kirine. Dozgeriya Konyayê jî vê gilîkirinê bi awayek cidî li ber çavan girtiye û parastinê ji me dixwaze. Em nizanin pê bikenin an bigirîn.”