Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn 2022-03-09 17:41:04   RIHA- Li Rihayê di şerekî çekdarî de 2 polîs bi giranî birîndar bûn.    Li Kolana Mevlana ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê di şerekî çekdarî de 2 polîs bi giranî birîndar bûn. Li gor agahiyên bi dest ketin, polîsên Têkoşîna Li Hemberî Sûcên Qaçaxçîtî û ORganîzeyê (KOM) Abdûllah Yesîr B. ji serê xwe û Cemal B. jî ji pişta xwe birîndar bûye.    Kes an jî kesên bi çekê(an) bi polîsan re şer kir(in) ji cihê bûyerê reviya(n). Polîsên bi giranî birîndar bûn jî sewqî avahiya pêvekî ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya  Mehmet Akîf Înan hatin kirin. Piştî tedawiya ewil polîsek neqlî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê û yê din jî neqlî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya  Mehmet Akîf Înan   Hat diyarkirin ku rewşa polîsên birîndar xedar e.