ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-10 09:00:46 * Newroz ku çavkaniya xwe ji efsaneya Kawayê Hesinkar digire, her ku li erdnîgariyên cuda belav bû, êdî weke roja ‘sersala nû’ hate pîrozkirin. Lê belê gelê kurd ev bi sedan salane ku Newrozê weke roja rizgariya ji zilmê tê pîrozkirin.  * Li Stenbolê agirê Newrozê ji sala 1979'an ve tê pêxistin. Newroza ku li eywanek dawetê dest pê kir îro ji aliyê milyonan ve li Stenbolê tê pîrozkirin. Gelên Stenbolê ku her sal tevî hemû astengiyan jî Newroz pîroz kirin dê îsal jî bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" agirê Newrozê pê bixin.    * Serokê ÎHD'ê yê Şaxa Wanê Mehmet Karataş, bertek nîşanî raporên ATK'ê yên "dikare di girtîgehê de bimîne" da û destnîşan kir ku ATK bûye saziyeke siyasî.    * Li Sarigolê erseya 364 metrekare ya siyasetmedar Abdulhamît Kolca, cara dudoyan ket ber parselasyonê û dabeşî 48 perçeyan hat kirin.    * Pirtûk û nameyên bi kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta "wergêr tune ye" radestî girtiyan nayên kirin. Parêzer Ceren Yilmaz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ji bo name û pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, divê li girtîgehan wergêr hebin.   * Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.    * Girtî Salih Altûnişik ku DGM'ê cezayê muebedê lê biriye, 30 salin girtiye. Di vî 30 salî de du zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, gelek nexweşîn lê peyda bûne û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû maye.      * Bîranîna mehane ku ji bo qurbaniyên Qetlîama 10'ê Cotmehê tê kirin, dê li ber Gara Trênê ya Enqereyê bê li dar xistin. (09.30)   * Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar û rêxistinên jinan dê li ber kampûsê daxuyanî bidin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê nivîskar û weşanger Azad Zal de dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dê li Amedê hin serdanan bike. (10.30-18.00)    * KCD, DBP, HDP, TJA û partiyên Xebata Tifaqa Kurdistanî dê starta Newrozê ya bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Hotêla Demîr a li navçeya Sûrê bi deklarasyonek bidin. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna doza bi îdiaya "heqaret li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kiriye" derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de hatiye vekirin, dê li Dadgeha Mêrdînê bê lidarxistin. (11.30)   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 367'emîn de berdewam bike. Serokê TBB'ê Erînnç Sagkan û serokên baroyan ên pê re dê serdana malbatê bikin. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku derbas bû li avahiya SES'ê ya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00)