‘ATK, bûye saziyeke siyasî' 2022-03-10 09:10:53 WAN - Serokê ÎHD'ê yê Şaxa Wanê Mehmet Karataş, bertek nîşanî raporên ATK'ê yên "dikare di girtîgehê de bimîne" da û destnîşan kir ku ATK bûye saziyeke siyasî.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe û li girtîgehên din jî binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 604 jê giran zêdetirî hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Her wiha raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" yên ku nexweşxane didin girtiyên nexweş jî bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) tên astengkirin û girtî nayên berdan.    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.    ‘TECRÎDÊ SÛC E'   Karataş, got: "Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan veguherîne pirsgirêkên kronîk. Li girtîgehan piştî girtina Birêz Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Tecrîd ji sala 2016'an ve girnatir bûye. Bi vê re li girtîgehan binpêkirinên mafan rû didin. Tecrîd sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Dewlet ne hiqûqa xwe, ne jî ya navneteweyî pêk tîne. Ev tecrîd, sedema sereke ya pirsgirêkên li girtîgehan e. Tecrîd, li tevahiya girtîgehan belav bûye."    ‘MAFÊ QANÛNÎ HATIYE ECIQANDIN'   Karataş, bal kişand ser rewşa girtiyên ku înfazên wan temam bûne lê nayên berdan jî û got: "Sazî, bi bîrdoziya fermî tevdigerin. Ev jî dibe sedema binpêkirinên mafan ên giran. Bi qanûna înfazê re mafê berdana bişert ê girtiyan hatiye desteserkirin. Înîsyatîf bi dest komîsyonan ve hatiye berdan. Mixabin azadiya kesan bi dest komîsyonan ve hatiye berdan. Bi vî awayî mafê qanûna bingehîn hatiye eciqandin."    ‘ATK SAZIYEKE SIYASÎ YE'   Karataş, li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî sekinî û bibîr xist ku bi raporên ATK'ê berdana wan tê astengkirin. Karataş got: "ATK, bûye saziyeke siyasî. Di sala 2021'ê de 59 girtî jiyana xwe ji dest dan. ATK, wekî saziyeke tenduristiyê tevnagere."    Karataş, Nobeda Edaletê ya li Wan, Amed û Îzmîrê bibîr xist û got: "Mixabin li Tirkiyeyê têgiha edaletê tenê li ser kaxezê heye. Em piştgiriya Nobeda Edaletê dikin. Rayedar divê berpirsiyariyên xwe bînin cî. Yan na ev yek dê bibe sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Demildest divê daxwazên malbatan bênq ebûlkirin. Gavên bên avêtin dê ji bo maf û azadiyê gavine girîng bin."