Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne 2022-03-10 10:54:43 ENQERE - Di dosyaya Kobanê de "şahidên nepen" ên bi navê HERMES û ATLAS, di demên cuda de derbarê kesên cuda de ji bêhnokan bigire heta xalan heman îfade dane.    Di dosya doza Kobanê, ku bi hinceta çalakiyên 6-8'ê cotmeha 2014'an ên li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê, hevserokên giştî yên HDP'ê jî di nav de li 108 siyasetmedaran hat vekirin de derket holê ku îfadeyên "şahidên nepen" ên bi navê HERMES û ATLAS di demên cuda de derbarê kesên cuda de dane ji bêhnokan bigire heta xalan heman îfade ne.   SIYASETMEDARAN BI KCK'Ê SÛCDAR KIRINE   Her du şahidên nepen derbarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), Mazhar Ozturk û Ercan Aslan de heman îfade dane. Şahidê bi navê HERMES di 8'ê adara 2021'an de derbarê Ayla Akat ATA de, şahidê bi navê ATLAS jî di 8'ê cotmeha 2020'an de derbarê Mazhar Ozturk de û di  9'ê cotmeha 2020'an de jî derbarê Ercan Aslan îfade daye. Her sê  îfade ji heman hevokan pêk tên. Her du şahidan Ata, Ozturk û Aslan bi têkiliyên KCK'ê re sûcdar kirine û angaşt kirine ku Ata, Ozturk û Aslan bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinan dikin û jê re dixebitin.    MA / Berîvan Altan