Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin 2022-03-10 11:10:33   MÊRSÎN - Desteya Îdareyê û Çavdêriyê ya Girtîgeha Wanê cara 3’yemîn berdana girtî Mazlûm Dûrsûn asteng kir û 12 meh û 17 roj taloq da berdana wî.    Li girtîgehan tecrîd, îşkence, muameleya xerab û binpêkirinên mafan her roja ku diçe zêdetir dibin. Di 1’ê çileya 2021’an de guhertina “halê baş” ket meriyetê û li gorî vê guhertinê dê ji 6 mehan an jî 3 mehan carek rewşa girtiyan ji aliyê desteya îdare û çavdêriyê ve were nirxandin. Tevî ku cezayên hin girtiyan qediyaye jî lê bi hêceta “ne di halê baş de ne” berdana girtiyan tê astengkirin. Li gorî daneyên dawî yên Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku bi raya giştî re parve kirin, 66 girtî bi biryara Desteyên Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) yên girtîgehan nehatine berdan.    Mazlum Dûrsûn di sala 2014’an de bi  îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Dûrsûn li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye. Divê ku Dûrsûn li gorî qanûnê di 21’ê gulana 2021’an de bihata berdan. Lê ji ber ku Desteya Îdereya Girtîgehê û Çavdêriyê ya Wanê ji ber sê caran “halê wî nebaş e” rapor daye, berdana wî tê astengkirin. Dadgeriya Înfazê ya Wanê bi hêceta ku “ne di halê baş de ye” berdana wî 6 mehên din taloq kir.    CARA 3’YEMÎN BERDANA WÎ HAT REDKIRIN    Di gulana 2021’an de berdana wî taloqî mijdara 2021’an hatibû kirin. Desteya Îdareyê û Çavdêriyê cara duyemîn ji bo berdana Dûrsûn nirxandin kir û vê carê jî berdana wî taloqî 4’ê adara 2022’yan kir. Deste di meha adarê de carek din kom bû û vê carê jî biryara taloqê da û berdana wî sê mehên din jî dirêj kir û berdana wî asteng kir. Bi vê biryara 3’yemîn a Desteyê re berdana Dûrsûn 12 meh û 17 roj hat taloqkirin.    BI ÎFADEYÊN NAKOKÎ HATIYE GIRTIN    Bavê girtî Dûrsûn, Mehmet Dûrsûn nebardana kurê xwe wek neheqî û kêfî pênase kir û got kurê wî bi îfadeyên “şahidên veşartî” hatiye girtin û îfadeyên hatine dayîn jî hev negirtine û nakokî bûne û dadgerê ku biryara girtina kurê wî jî daye niha ji FETO’yê girtî ye.   ‘EV BÊQANÛNÎ YE’    Dûrsûn destnîşan kir ku biryarên Desteyên Îdare û Çavdêriyê didin li tu devera dinyayê tune ye û got: “Ev bêqanûnî ye. Em vê bêqanûniyê qebûl nakin. Bila tavilê kurê min berdin.”    ‘HIQÛQNAS DI NAV DESTEYAN DE TUNE NE’    Parêzer Mêhdî Zana Akkaya yê endamê OHD’ê jî biryarên van desteyan nirxand û got ev guhertin û biryarên tên dayîn li dijî hiqûqê û mafên wekheviyê ye û cezayê hiqûqa dijminatiyê û hiqûqa înfazê li girtiyan disepînin. Akkaya anî ziman ku ji bilî dozgeran tu parêzerek ango hiqûqzanek di wan Desteyên Îdare û Çavdêriyê de nîne.    MA / Selman Guzelyuz