Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin 2022-03-10 13:27:54   STENBOL - Hat diyarkirin ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê ya Enqerê hatin kirin.   Di 7'ê adarê de 5 girtî bi awayekî kêfî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê ya Enqerê hatin kirin. Her pênc girtiyan jî li hucreyên yekkesî yên tipên cuda yên girtîgehê bi cih kirine. Nivîskarê girtî Ramazan Çeper ku ji van girtiyan e, îro bi telefonê bi malbata xwe re axivî û derbarê sirgûnê de agahî dan malbata xwe. Çeper, ji malbata xwe re ragihand ku bi 4 hevalên xwe re ji Girtîgeha Edîrneyê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatine kirin.    Navê girtiyên ku hatine sirgûnkirin, li gorî agahiyên ku Çeper dane wiha ne: Ramazan Çeper, Hakan Adigûzel, Huseyîn Aydin, Yahya Ozmen, Enver Baysal