Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin 2022-03-10 14:02:58   ENQERE - Bernameya Newroza sala 2022'yan ku wê li Anatoliya Navîn bê pîrozkirin jî diyar bû.    Bernameya Newroza sala 2022'yan ku wê bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li bajarên Anatoliya Navîn bê pîrozkirin jî diyar bû.    ENQERE    Li gorî bernameyê, wê li Enqerê Newroz di 20'ê adarê de saet di 13.00'an de li Anitparqê bê pîrozkirin. Parlamenterea HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû û Endamê MYK'a HDP'ê Dogan Erbaş tevlî Newrozê bibin. Her wiha wê hunermend Mehmet Atli û Koma Jin Ma jî derkevin ser dikê û stranên xwe bibejin.     Wê Komîteya Amedekar a Newrozê ya Enqerê, di 14'ê adarê de bi daxuyaniyekê starta Newroza Anatoliya Navîn bide.    KONYA   Li gorî bernameyê, wê Newroz li Konyayê jî bê pîrozkirin. Di 19'ê adarê de li navçeya Cîhanbeylî bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê Mahmût Tûgrûl û hunermend Nûray Balik û Koma Sorjiyan Newroz bê pîrozkirin. Li navçeya Kûlû jî di 20'ê adarê de bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû û hunermend Serhat Kûral û Jan Axîn Newroz bê pîrozkirin.    Li navenda Konyayê jî di 21'ê Adarê de newroz bê pîrozkirin.