6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn 2022-03-10 14:39:33   AMED - Di doza ku nivîskar û weşanger Azad Zal jê hat darizandin de  6 sal û 3 meh ceza li Zal hat birîn.    Danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li nivîskar weşanger Azad Zal (Mehmet Gungormuş) hatibû vekirin, li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Zal tevlî danişînê nebû, lê parêzerê wî Abdullah Çager lê amade bû. Dozger, mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" xwest ceza li Azad Zal bê birîn.    Parêzer Çager li dijî mutalaaye parastin kir û sûcdariyên li muwekîlê xwe qebûl nekir û daxwaz kir ku Zal bê beraetkirin.    CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Heyeta dadgehê, piştî parastinê biryar da ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Zal bê birîn û ji hin mafan bêpar bê hiştin.