Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin 2022-03-10 15:20:59 AMED - Malbatên girtiyan di roja 115’emîn a Nobeta Edaletê de li ber deriyê Edliyeya Amedê çalakiyê rûniştinê kirin.  Bi mebesta berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 115’emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan îro hatin ber deriyê Edliyeya Amedê. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandî ya bi Malbatên ku Zarokên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirîn (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MED-DER û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca jî xwestin piştgiriyê bidin malbatan. Polîsên ku malbat dorpêç kiribûn, nehiştin ku tu nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bibin. Li ser vê yekê, parlamenter Feleknas Uca û parêzerên OHD’î li ber deriyê edliyeyê daxuyanî dan.    'BIJÎ BERXWEDANA ZINDANAN'   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Derdora me ji hêla bi sedan polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ev çi zilme wiha? Tehdeyê li zarokên me dikin. Zarokên me nikarin ji berdana şertê kontrola edlî sûd bigirin. Qanûnên heyî bo hemû kesan wekî hev nayên sepandin.”    Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku naxwazin ji girtiyan darbest derkevin û wiha domand: “Em, mafê jiyanê diparêzin. Me her tim aştî xwest. Me, edalet xwest. Zarokên me li hundir dimirin. Bi şev û roj li dijî nexweşiyan têdikoşin. Em vê dorpêça li vir jî qebûl nakin.”    ‘EV ZILM ÇIMA LI ME TÊ KIRIN?’   Piştre jî ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axivî û wiha bertek nîşan da: “Em weke kurd ji dayik bûn. Helbet em ê bi kurdî biaxivin. Çima vê zilmê li me dikin? Hûn çima kesên ji bo piştevaniyê hatine vir asteng dikin? Êdî bes e.”    Kesên ku polîsan nehiştin tev li çalakiyê bibin, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî dan malbatan. Piştî daxuyaniyê, malbatên girtiyan li ber deriyê edliyeyê çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbatan bi çepikan dawî bû.