Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir 2022-03-10 15:35:47   HESEKÊ - Kesekê ku li gundê Hawza yê Hesekê mayin didanî, di encama teqînê de mir.    Li gundê Hawza yê Hesekê ku li ser rêya Çiyayê Kezwanan li pey hev teqîn çêbûn. Hat zanîn ku endamekî komên paramîlîter dema mayin didanî, teqîna ewil pêk hatiye. Di encama teqînê de kesê ku mayin didanî mir. Teqîna duyemîn jî dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn motorsîklêt îmha dikir pêk hatiye.