Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin 2022-03-10 16:57:44 ÎZMÎR - Endam û rêveberên KESK’ê serdana Nobeda Edaletê ya li Îmzîrê kirin û piştgirî dan malbatên girtiyan.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê di roja 20’emîn de berdewam dike. Îro endam û rêveberên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Îzmîrê serdana nobedê kirin û piştgirî dan malbatan.    Fehîme Poyraz dayika girtî Suleyman Poyraz ku di heman demê de dayika Denîz Poyraz e di nobedê de axivî û destnîşan kir ku 11 sal in kurê wê di Girtîgeha Şakrana Îzmîrê de girtî ye û divê hemû dayik destekê bidin nobeda edaletê. Poyraz da zanîn ku ew bi lawê xwe re bi telefonê axivî ye û got: “Guhê çepê yê kurêm in nabihîze. Bi zekemê ketiye. Ji ber ku nexweş e serî li îdareya girtîgehê daye. Lê belê tu bersiv nedane daxwazên wî. Em dixwazin tavilê girtiyên nexweş werin berdan.”    Endamên KESK’ê Hasan Alî Kiliç û Dîlek Kanlibaş Demîr jî axivîn û piştevaniya xwe ji bo malbatên girtiyan anîn ziman.