Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn 2022-03-11 08:09:14 AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bersiva ciwanan a derbarê tecrîdkirina Ocalan de da û gotiye, “Çareseriya hemû pirsgirêkan Meclis e.”  Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya bernameya xwe ya li Amedê de serdanan dike. Kiliçdaroglu bernameya xwe ya roja ewil bi hevdîtina li gel ciwana bi dawî kir. Hevdîtina li gel ciwanan ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Ciwanan gelek pirs ji Kiliçdaroglu kirin. Di nav pirsên ji Kiliçdaroglu hatin kirin de, pirsa derbarê agahî negirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in li Îmraliyê tê tecrîdkirin jî hat pirsîn.    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ MECLIS E’    Ciwanek ji Kiliçdaroglu pirsa “Nêzî salekê ye ji Ocalan agahî nayê girtin, hûn çawa dinirxînin” kir. Gelek ciwanên li cihê hevdîtinê bi çepikan piştgirî dan pirsa wî ciwanî. Hat zanîn ku Kiliçdaroglu bersiva, “cihê çareseriya her pirsgirêkê Meclis e” daye.    PIRSA GIRTÎGEHAN   Ciwanek din jî derbarê rewş û binpêkirinên li girtîgehan û mirinên li girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsî. Kiliçdaroglu vê pirsê bêbersiv hişt û da zanîn ku divê însan ji ber fikrên xwe neyên girtin û li girtîgehan neyên ragirtin.