TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir 2022-03-11 17:31:51   ÎZMÎR - TÛHAY-DER'ê ku serdana Nobeda Edaletê kir, bang li her kesî kir ku piştgiriya girtiyên nexweş bikin.    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Îzmîrê di roja 21'ê de didome. Xizmên girtiyan li cihê nobedaê pankart û dowîzên li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş" û "Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye" nivîsandî vekirin. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) serdana Nobeda Edaletê kir.    Hevseroka TÛHAY-DER'ê Nîlay Guleser di serdanê de diyar kir ku hemû kesên xwedî wijdan divê bibin dengê girtiyan û piştgiriya Nobeda Edaletê bikin. Guleser got: "Hin girtiyên nexweş li ber mirinê ne, lê dîsa jî nayên berdan. Bila darbest ji girtîgehan dernekevin, kezeba dayikan neşewite. Malbatan ji bo bidawîbûna zilma li girtîgehan Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku xwedî li nobedê derkevin."