Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in 2022-03-12 09:11:53 ENQERE - Keça Muhlîse Karaguzelê, diyar kir ku dêya wê ji ber guhnedêriya girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye û ji ber jiyana wê bi fikar in.  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Muhlîse Karaguzel di 9'ê Adarê de cara sisêyan li Girtîgeha Kayserî ya Jinan qeyrana dil derbas kir. Li nexweşxaneyê di dema dermankirinê de Karagul bi nivînê hatiye kelemçekirin û piştî dermankirinê cardin ew birine girtîgehê.    Keça wê Zîlan Karaguzel, diyar kir ku gava çûye nexweşxaneyê destûr nehatiye dayîn ku dêya xwe bibîne, lê piştî destûr ji dozger girtiye tevî 5-6 cendirmeyan çûye cem dêya xwe û tenê 20 deqeyan ew dîtiye.    'BI ZORÊ DIAXIVÎ'   Karaguzel, bilêv kir ku li nexweşxaneyê bi dîmeneke dijî mirovahiyê re rû bi rû maye û got: "Dayikeke 60 salî, destê wê bi nivînê kelemçe kiribûn. Dêya min nikaribû serê xwe bizîvirîne li me mêze bike." Karaguzel, destnîşan kir ku ya li dêya wê hatiye kirin zilm e û got: "Dêya min bi zorê diaxivî. Nikaribû pir biaxive, pir westandî bû, rewşa wê qet nebaş bû."    Karaguzel, diyar kir ku rewşa dêya wê qet nebaş e û diviyabû herî kêm hefteyekê li nexweşxaneyê bimîne, lê piştî hevdîtineke 20 deqeyan cardin ew birine girtîgehê. Karaguzel got: "Diviyabû dêya min li nexweşxaneyê bimana. Ji lew re nexweşîna wê nexweşîneke xeter e. Ji ber vê fikarên me hene."    Karaguzel, anî ziman ku dêya wê 9 meh berê jî di nav hefteyekê de du caran qeyrana dil derbas kiriye. Karaguzel, diyar kir ku 20 roj berê sînga dêya wê êşiyaya ye û ji ber ku ew ranekirine nexweşxaneyê di sibeha 9'ê Adarê de nerihet bûye û ketiye erdê. Karaguzel got: "Piştî wiha bûye wê birine nexweşxaneyê. Îdareya girtîgehê telefonî birayê min kiriye û gotiya dêya te qeyrana dil derbas kiriye. Gava me dêya xwe dît, me tê derxist ku ji ber îhmalkariyê wisa bûye û 20 rojên wê wisa bi êş derbas bûne." Karaguzel, destnîşan kir ku ger 20 roj berê sewqî nexweşxaneyê bihatana kirin belkî dêya wê qeyrana dil derbas nekirana.   'HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Karaguzel, destnîşan kir ku gelek nexweşînên kronîk bi dêya wê re hene û ji bo vê serî li gelek cihan dane. Karaguzel got: "Şekir bi dêya min re heye. Di qeyrana beriya vêya de bijîşk gotibû, 'me nikaribû wekî nexweşxaneyeke asayî mudaxile bike, ewilî divê em şekirê wê kêm bikin.' Gava şekir kêm bikin dikarin mudaxile bikin. Lê ji b vê wext divê. Dibe ku heya wê çaxê dêya min jiyana xwe ji dest bide. Li hemberî girtiyên siyasî bi zanebûnê hiqûqa dijminatiyê pêk tînin."    BANGAWAZÎ   Karaguzel, destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Em hemû vê rastiyê dibînin. Şert û mercên girtîgehan pir xirab bin. Girtîgeh veguherandina malên mirinê. Hê îro me xebera mirina hevalekî bihîst. Em bi fikarin, em ditrisin em xeberek nebaş bibihîsin. Dêya min nikare di girtîgehê de bimîne. Demildest divê bê berdan."