‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî' 2022-03-12 09:15:31 ENQERE - Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Esra Koçak diyar kirin ku îqtidara ku naxwaze rastî eşkere bibin bi ser çapemeniya muxalif de diçe û gotin: "Ger em xwe birêxistin bikin em ê hîn zûtir karibin dengê rojnamevanên girtî ragihînin."  Li Tirkiyeyê zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde dibin. Hema bibêje her roj rojnamevanek an ji ber nûçeyên xwe diçe îfadeyê dide an jî tê girtin.    Li gor rapora meha Sibatê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), derbarê 8 rojnamevanan de lêpirsîn û derbarê 9 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin. Li 5 rojnamevanan 16 sal û 4 meh û 22 roj cezayê hepsê û 7 hezar TL cezayê pere hatiye birîn 10 hejmarên 3 kovaran, 21 hejmarên 2 rojnameyan jî hatiye qedexekirin. Her wiha di heman mehê de 2 malperên înternetê, 169 nûçe û 38 parvekirinên medyaya sanal jî hatine astengkirin.    Li gor rapora DFG'ê 65 rojnamevan û li gor Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) jî 38 rojnamevan girtî ne. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û Seroka TGS'ê ya Şaxa Enqereyê Esra Koçak, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxandin.    Muftuoglû, diyar kir ku demokrasî û çapemenî girêdayî hev in, lê di demên ku desthilat dibin otorîter de zext û zorî zêde dibin. Muftuoglû, bilêv kir ku ji bo haya raya giştî ji binpêkirina mafan çênebe mekanîzmayên çewisandinê yên li hemberî rojnamevanan tên bikaranîn û liv û tevgereke bi mantiqa "hûn nebînin, nexwe tune ye" rû dide. Muftuoglû, destnîşan kir ku ev mantiq jî dibe sedema sansur û darizandinê û got: "Bi Rewşa Awarte ya ku detshilata AKP'ê îlan kir re êdî me dest bi nîqaşkirina azadiya çapemenî û ramanê kir, lê pirsgirêka azadiya çapemenî û ramanê xwe disipêre salên dûr dirêj. Bi taybetî jî ev çewisandin li bajarên Kurdan zêde ne û niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne."    Muftuoglû, destnîşan kir ku bi taybetî piştî îqtidarê dawî li pêvajoya derbarê çareserkirina meseleya kurdî anî, zext û zoriyên li ser çapemeniyê zêde bûne.    JI BO ROJNAMEVANAN BÛYE GIRTÎGEH   Muftuoglû, destnîşan kir ku çewisandin û zextên li ser rojnamevanan "parçeyeke polîtîkaya tepisandinê" ne û got: "Karê rojnamevanan tê astengkirin. Mesela nahêlin rojnamevan li derve karên xwe bikin an jî gava nûçeyekê çêdikin dikevin ber lêpirsînan. Ev bi xwe êriş in. Em dikarin ji vana re bibêjin kuştina rojnamevanan û rojnamevaniyê û girtina wan. Mixabin em dikarin bibêjin Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek." Muftuoglû, lê li gel hemû zext û zoriyan jî rojnamevanan di hemû şert û emrcan de karê xwe dikin û got: " Zêdetirî sêsed rêxistinên çapemeniyê hatin girtin. Lê rojnamevanên di van saziyan de dixebitîn dest ji karê xwe bernedan. Hin jê li derveyî welêt karê xwe didomînin. Hin jê jî ajans û rojnamevanên muxalif ava kirin û karên xwe domandin. Bi vê re çapemeniya li ser înternetê jî pêş ket."    Seroka TGS'ê ya Şaxa Enqereyê Esra Koçak jî got: "desthilata siyasî jî hewl dide bi çewisandinê, bi rêya RTUK û Saziya Çapemenî Îlanê rojnamevanan bitepisîne. Qenalên muxalif ji aliyê RTUK'ê ve bi cezayên giran tên eciqandin û malperên nûçeyan tên astengkirin. Ji lew re desthilat naxwaze rastî derkeve holê. Desthilata ku nikare çapemeniya sanal kontrol bike, berê xwe dide çapemeniya muxalif. Gava nikaribe bike, wan dişîne girtîgehê."    PÊKANÎNÊN KÊFÎ   Koçak, destnîşan kir ku astengiyên desthilatê bi temamî kêfî ne û got: "Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek vekirî. Rojnamevan di şert û mercên pir dijwar de dixebitin. Ji bo başkirina van şert û emrcan em mecbûr in bixebitin. Ji bo vê jî berî her tiştî rêxistinbûyîn divê. Em xwe birêxistin bikin em ê karibin dengê rojnamevanên girtî ragihînin."