Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin 2022-03-12 11:16:29   RIHA - Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam e. Di roja 269’an de malbatê peyamek parve kir û got: “Heta ku edalet pêk tê, em ê bêdeng nemînin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 369’an de berdewam kir.   Di rojên betlaneyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma jî malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Malbatê, têkildarî mijarê li ser medyaya civakî ev peyam parve kir: “Serdestên ku welêt birêve dibin; naxwazin ku civak zane bibe, biaxive û bikeve nava liv û tevgerê. Li nexweşxaneyê komkujiyek bi serê malbata me anîn. Kiryarên komkujiyê ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin. Heta ku edalet pêk tê, em ê bêdeng nemînin. Em ê vê nehiqûqiyê li her deverê vebêjîn.”