Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn 2022-03-12 14:15:52 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn ku li Sêwereg a Rihayê hatibû binçavkirin û ev 28 sal in tu agahî jê nayên girtin.  Dayikên Şemiyê ji bo dîtina xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 885’an de jî çalakiya xwe li dar xist. Ji ber şert û mercên pandemiyê, dayikan çalakiya xwe bi rêya online kir. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu pirsîn ku di 12’ê adara sala 1994’an de li Sêwereg a Rihayê hatibû binçavkirin û êdî tu agahî jê nehatine girtin.    Di çalakiyê de kekê Babaoglu, Cemîl Babaoglu axivî û da zanîn ku birayê wî herî dawî li pêşiya Mizgefta Mezin a Sêweregê hatiye dîtin û ji wê rojê ve jî tu agahî jê nayên girtin. Babaoglu, diyar kir ku tevî gelek serlêdanan jî heta niha tu encamek bi dest nexistine û got ku dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.    ‘DEWLET SÛCÊN XWE ÎNKAR DIKE’   Di çalakiyê de siyasetmedar Osman Baydemîr ku yek ji parêzerên malbatê ye jî axivî da zanîn ku di salên 90’î li gel cînayetên kiryarnediyar, her wiha bûyerên tacîz û destdirêjiyê jî hebûn. Di berdewamê de Baydemîr anî ziman ku Babaoglu li ser agahiya “nûçeyeke mezin heye” diçe Sêweregê û wiha domand: “Li wir hate binçavkirin. Şahidên bûyerê di îfadeyên xwe de saet û roja hatiye revandin jî aşkere kirin. Lê ev 28 sal in deng ji dewletê dernakeve. Dewlet, bi salane van sûcên xwe înkar dike. Çeteyên ku bi destê dewletê sûc dikirin, bi destê dewletê tên parastin. Em ê heta dawiyê aqûbeta windakiriyan bipirsin.”    Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka rojnameger Ferhat Tepe ku hatibû windakirin Ayşe Tepe ve hate xwendin. Tepe, gotinên dayika Babaoglu, Makbûle Babaoglu ku digot; “Ez dixwazim beriya mirina xwe gorê zarokê xwe bibînim û kujerên wî bên darizandin” bi bîr xist. Tepe, diyar kir ku dayika Makbûle bêyî ku edalet pêk were, di sala 2017’an de wefat kir.    SERPÊHATIYA BABAOGLU VEGOT   Di berdewamê de Tepe da zanîn ku rojnameger Nazim Babaoglu di 19 saliya xwe de li Bûroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî û serpêhatiya wî wiha vegot: “Şefê Bûroya Rihayê yê Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin. 4 cerdewanên ji eşîra Bucakê bi ser mala mamosteyan de girtibûn û dest dirêjî mamosteyekê û xwîşka wê kirin. Baboglu jî nûçeya bûyerê çê kir û di Ozgur Gundemê de hate weşandin. Piştî vê nûçeyê jî gefên li ser Bûroya Rihayê zêdetir bûn.    YOGUNLU BANGÎ BABAOGLU KIR   Nûnerê Ajansa Anadoluyê yê navçeyê û xebatkarê rojnameyeke herêmî Mûrat Yogunlu di 12’ê Adara 94’an de li Bûroya Ozgur Gundemê geriya. Di telefonê de got ku li Sêweregê derheqê cerdewanan de nûçeyeke gelek girîng heye û divê teqez nûçegihanek bê şandin. Nazim jî ji bo şopandina nûçeyê çû Sêweregê. Lê êdî tu agahî jê nehatin girtin. Li gorî gotinên şahidên bûyerê, Nazim ji bo hevdîtina bi Mûrat Yogunlu re çû Rojnameya Îrfanê. Cerdewanên eşîra Bucakê ku hatibûn rojnameyê, Nazim bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û birin mala Sedat Bucak.    KIRYARAN BI MERTALÊ NECEZAKIRINÊ DIPARÊZIN    Tevî îfadeyên şahidan û serlêdanên malbatê jî, encamek ji vê dozê derneket. Hewl dan aqûbeta rojnameger Babaoglu di tariyê de bihêlin. Kiryarên wî jî bi mertalê necezakirinê tên paratin. Êdî dawiyekî li vê rûxandina pergala hiqûq û edaletê bînin. Peywira we ye ku hûn aqûbeta Babaoglu ronî bikin, derheqê gumanbarên ku sûcê li dijî mirovahiyê kirine de lêpirsîneke baş bidin destpêkirin. Çend sal derbas dibin bila bibin lê belê em ê dev ji pirsîna aqûbeta windakiriyan û Qada Galatasarayê bernedin ku 186 hefte ne li me hatiye qedexekirin.”