Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn 2022-03-12 14:35:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran startên xebatên Newrozê hatin dayîn û banga tevlibûna pîrozbahiyan hat kirin.    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan tê pîrozkirin. Li gelek bajaran xebatên amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê hat kirin.    ÎZMÎR    Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ji bo xebatên Newroza Îzmîrê bide destpêkirin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek kes bşedar bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku roja 20’ê adarê ew ê pîrozbahiya Newrozê li Meydana Gundogdu li dar bixin û gazî xelkê Îzmîrê kir ku tevli pîrozbahiyê bibin.    Piştî daxuyaniyê govenda Newrozê hat gerandin.    RIHA    Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan derbarê girîngiya Newrozê de axivî û diyar kir ku ew hêvî dikin newroza îsal bibe newroza azadiyê û ew ê daxwaza aştiyê û azadiyê bi agirê Newrozê re bilind bikin.    Parlamenter Ayşe Surucu jî derbarê Newrozê de wiha got: “Newroz li dijî Dehqan berxwedana Kawayan e. Newroz aştî û azadî ye. Newroz nûroj e. Em ê di 19’ê mehê de li Pirsûsê agirê Newrozê vêxin. Di 20’ê mehê de jî li navenda Rihayê bi beşdariya hezaran kes em ê Newrozê pîroz bikin. Em  ê di 21’ê Adarê de jî li Wêranşarê pîrozbahiyê li dar bixin. Em hemû kesî vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê.”    EDENE Û MÊRSÎN    Rêxistinên HDP’ê yên Edeneyê û Mêrsînê jî starta xebatê Newrozê dan û xelkê Edeneyê û Mêrsînê vexwendin pîrozbahiyên Newrozê. Li Edeneyê dê di 20’ê mehê de Newroz were pîrozkirin û li Mêrsînê jî dê di 19’ê mehê de were pîrozkirin.