Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin 2022-03-12 15:13:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan qetlîamên Qamişlo, Gazî û Helebçeyê hatin şermezarkirin.    Li gelek bajaran têkildarî qetlîamên Qamişlo, Helebçe û Gaziyê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bernameyan de hat gotin li şûna ku kujer werin cezakirin, hatine xelatkirin.    WAN   Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi boneya qetlîamên Qamişlo, Gazî û Helebçeyê hatin şermezarkirin. Li ber avahiya HDP’a Bajêr daxuyanî hat dayîn. Rêveberê HDP’ê Ayvaz Hazir daxuyanî xwend û destnîşan kir ku wan qetlîman ji bîr nekiriye û ew qurbaniyan bibîr tînin. Hazir da zanîn ku qetlîam îro jî li dijî kurdan didomin.    DÊRSIM    Platforma Ked û Demokrasiyêy a Dêrsimê jî bo boneya salvegera qetlîamên Gazî û Helebçeyê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û qetlîam şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Partiya Kedê yê Dêrsîmê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn destnîşan kir ku li şûna kujer werin darizandin û cezakirin, hatine xelatkirin û komkujiya Gaziyê li dijî baweriya elewîtiyê pêk hatiye. Tekîn da zanîn ku yek ji komkujiyên mezintîrîn li dijî kurdan Komkujiya Helebçeyê ya 16’ê Adara 1988’an e û bi hezaran kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin.    ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê jî bi minesebata Komkujiya Qamişloyê, li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyê amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ve hate xwendin.    Nart, anî ziman ku heta kujer hesabê komkujiyê didin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: “Rejîma Baasê kesên provakatîf birêxistin kirin û berdan kolanên Qamişloyê. Gelê Qamişloyê jî li dijî van êrişan bi dirûşma ‘Kurdistana azad’ meşiyan. Di demekî kin de ev meş veguherî serhildaneke mezin. Dema girseyê komkujî şermezar dikir, hêzên rejîmê girse gulebaran kir.”   Bi domdarî Nart bal kişand ser komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê û da zanîn ku dê hesabê ji komkujeran bipirsin. Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî bi dirûşma “Dê kujer hesabê bidin” bi dawî bû.