Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê 2022-03-12 19:57:36 AMED – Emîne Şenyaşar ku xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ya Odeya Bijîşkan a Amedê wergirt got: "Ez ê dev ji têkoşînê bernedim."  Odeya Bijîşkan a Amedê, hefteya borî daxuyanidbû ku dê xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ya îsal bidin Emîne Şenyaşarê ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurek wê hatibû girtin û ji ber vê saleke ew û kurê xwe li ber Edliyaya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.    Odeya Bijîşkan ji bo dayîna xelatê li otêleke navçeya navendî Yenîşehîrê merasîmek li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci (bi rêya ZOOM'ê tevli bernameyê bû), endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, odeyên bijîşkan ên herêmê, parêzerê malbata Şenyaşarê Hidayet Enak, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, Rêxistina HDP'ê ya Amedê, Rêxistina CHP'ê ya Amedê, Rêxistina TÎP'ê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîma xelatdayînê bûn.    Piştî axaftinan peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de hatin xwendin.    Piştî axaftinan û xwendina peyaman sînezvîyoneke derbarê berxwedana malbata Şenyaşarê ya li ber edliyeyê hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTB'ê Mahmût Ortakaya xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" da Emîne Şenyarê.    Şenyaşar, diyar kir ku malbata Yildiz malbateke tarî ye û dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.    Piştî dayina xelatê merasîm bi dawî bû.