Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn 2022-03-12 23:04:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Hişê yê Eyn Îsayê. Di êrişê de 3 zarok birîndar bûn.   Tirkiye û komên girdayî wê gundê Hişê yê Eyn Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir. Di bombebaranê de 3 zarok birîndar bûn.   Navê zarokên birîndar bûn ev in: “Xelef Casim El-Firêc (15), Ewad Casim El-Firêc (14), Mahir Newaş Enêzan (10).”