Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin 2022-03-13 08:51:02     MÊRDÎN - Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê rê hatin girtin û welatî di rêyan de man. Hat dîtin ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo vekirina rêyan tu xebatek nekiriye.    Bi rojan bû ku meteorolojiyê hişyarî dida ku dê li Mêrdînê berfeke zêde bibare. Şevê din di saetên êvarê de li Mêrdînê berfê kêş dayê û gelek rê hatin girtin. Li navenda bajêr û navçeya Artûqlûyê ku qeyûm li şaredariyên wan hatine tayînkirin, gelek wesayît di rê de man. Ji ber ku Cehdeya 1’emîn hatibû girtin, tu wesayîtan nekarî pêş bikevin û welatî neçar man ku wesayîtên xwe di cih de bihêlin. Li bajêrê ku welatî neçar man ku bi pêyan biçin malê, tevî berfa zêde jî rê nehatin xwêkirin.    Li seranserî bajêr tenê karmendên rêbejê xebatên xwe domandin. Ji ber barîna berfa zêde, li bajêr gelek qezayên trafîkê jî çêbûn.