ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-13 09:00:07   * Agirê Newrozê yê di sala 1991'ê de li ser Keleha Wanê ji aliyê sê ciwanan ve hat vêxistin, niha li quntarên kelehê bi sed hezaran mirovan li hev kom dike.    * Di ser qedexeya derketina derve re ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbînê hatibû ragihandin, 6 sal derbas bûn. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, anî ziman ku gel Nisêbînê li pey heqîqetê ye û xwedî li vîna xwe derdikeve.    * Abdulhakîm Kaval ku kurê wî Alî Kaval di dema qedexeya derketina derve ya li Geverê de jiyana xwe ji dest daye got: "Çi dikin bila bikin, qethiyen em serî natewînin û em ê netewînin jî."  * Akademîsyen Savaş Dede diyar kir ku çavkaniya Newrozê xwe dispêre têkoşîna Kawayê Hesinkar a ji bo guherandina pergala zordar û wiha got: “Di rewşên ku pêwîstî bi edaletê civakî heyî de Kawa, weke edaletê gel derdikeve holê.”    * Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê ji bo cînayeta Kemal Kurkut biryara “li gorî hiqûqê hatiye kirin” dabû. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê jî bi sedema ku dadgeha herêmî biryara beraetê ya ji bo polîsê bersûc dabû girêdayî hinceta “fermana girêdar bi cih ne aniye” neda ye, biryara wê xera kir.    * Ji Jin bi Hev re Bihêz in Tulay Korkutan ku ji bo jin û girtiyên nexweş kampanya dane destpêkirin diyar kir ku dê piştevaniya wan dîwarên girtîgehan hilweşîne û dê jinên derve bibin dengê jinên li hundir.    * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di 8’ê Adarê de li her devera cîhanê jin daketin qadan û ev jî tespîta ku dibêje ev sedsal dê bibe sedsala jinan, piştrast dike.    * Qeymeqamê Misircê Çaglar Tekîn weke qeyûm tayînî şaredariya navçeyê hatibû kirin. Derket holê ku Tekîn di heman demê de xwe weke midûrê hilgirtina xebatkaran nîşan da ye û 3 mûçeyên cuda werdigire.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 370’an de berdewam bike.   * Komîteya Amadekar a Newroza Wanê dê têkildarî pîrozbahiyê li hotêleke bajêr daxuyaniyê bide. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê beşdarî xwarina piştevaniyê bibe ku partiya wan dê li hotêleke Şîşliyê bide. (19.00)