6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand 2022-03-13 09:07:41   WAN- Abdulhakîm Kaval ku kurê wî Alî Kaval di dema qedexeya derketina derve ya li Geverê de jiyana xwe ji dest daye got: "Çi dikin bila bikin, qethiyen em serî natewînin û em ê netewînin jî."    iştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Heîzrana 2015'an de ji sedî 13'ê rayan girt û nehişt AKP bi tena serê xwe bibe desthilat, şer û pevçûn cardin rû dabûn û li ser hev di qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin. Di dîrokên cuda de Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin hatibûn dorpêçkirin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÛHV) di vê pêvajoyê de herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kes jî bandor ji van qedexeyan girtine.    Ji bajarên ku hatibûn dorpêçkirin yek jê jî navçeya Gever a Colemêrgê bû. Qedexeya derketina derve li Geverê 5 caran hatibû îlankirin. Li navçeyê qedexeya herî dirêj ku 79 rojan dewam kiribû, di navbera 13'ê Adar û 31'ê Cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dabû.   Beriya qedexeyê nifûsa navçeyê 120 hezar bû, lê piştî qedexeyê ji sedî 80'yê navçeyê ji bêgavî koçber bûbû. Li gor raporên ku piştî qedexeyê hatibûn ragihandin, li gundê Mexsûdava yê li kêleka navçeyê zêdetirî 5 avahî kavil bûne. Li gor rapora Odeya Endezyarên Înşeatê jî hejmara hindik texrîb bûne 3 hezar û 193, yên pir texrîb bûne 787, yên xera bûne 867 û yên hatine şewitandin jî hezar û 336 e. Her wiha hezar û 500 kargeh jî kavil bûbûn û 150 jê jî bi temamî hatibûn xerakirin.    KEÇEKE WÎ YA 2 MEH Û NÎVÎ HEBÛ   Li Geverê ji kesên di berxwedana xwerêvebiriyê de jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Alî Kavalê YPS'î bû. Kavalê 17 salî ku di şerê li Taxa Esentepeyê de jiyana xwe ji dest dabû, zewicandî bû û zarokekî wî hebû. Gava Kaval jiyana xwe ji dest dabû keça wî Irmak (Axîn) 2 meh û nîvî bûye. Keça wî niha 6 salî ye.    Abdulhakîm Kaval, bavê Alî Kaval behsa wan rojan kir.    ‘GER TU BIMIRÎ DÊ KÎ LI AXÎNÊ MIQATE BE'   Bav Kavak diyar kir ku gava kurê wî jiyana xwe ji dest daye, ew wê çaxê li Çelê li ser înşeatê dixebitî û got: "Xemgîniya min a herî mezin, em baş xwedî li van mirovên hêja derneketin. Divê em her tim xwedî li van mirovên hêja derkevin. Heval Alî, tim xwedî li hevalên xwe derdiket û fedekar bû. Di dema şer de hevjîna min ji min re got, divê em ji navçeyê derkevin. Min jî jê re got, 'Ez dernakevim, ez ji kurê xwe ne hêjatir im.' Vê carê hevjîna min got, 'Keça wî emanetî me ye, ger tu bimirî dê kî li Axînê û li me miqate be.' Piştî vê em çûn Colemêrgê. Axîn, emaneta kurê min e. Em ê her tim rêya rast li ber Axînê bixin û em tu carî dev ji rêya xwe bernedin."    ‘EM VÊ ZILMÊ JI BÎR NAKIN'   Kaval, bibîr xist ku gava ji navçeyê derketinê jî tim pêwendî bi yên li Geverê re danîne û got: "Dewletê ji hewayê û ji qereqolan navçeyê bombeberan dikir. Li ku derê çalakiyek hebûna, di cî de ew der bombebaran dikir. Îxanetkaran cihê wan digot û wan jî ew der bombebaran dikir. Wê çaxê li navçeyê sûcê şer hat kirin. Mirovên me dihatin perçekirin û wisa dihatin binaxkirin. Gava em di wan deran re derbas dibin kezeba me perçe dibe. Gava roj bê dê ew mirov çawa hesab bidin me? Wê rojê hovîtî hat kirin. Tiştên anîn serê jinan, zarokên me û malbatan ji bîra me naçin. Em heya sax bin gere ji bîr nekin. Em vê zilmê û neheqiyê ji bîr nakin."    ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Kaval, destnîşan kir ku şêniyên navçeyê tevî hemû zilm û hovîtiya dewletê jî serî netewandiye û got: "Heya dilopek xwîn jî di canê me de hebe em ê serî netewînin. Me bikujin jî em serî natewînin. Ji lew re kurdan tu carî serî netewandiye. Dê têkoşîna me heya dawiyê bidome. Dewlet dê bi van polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd bi ser nekeve. Me gelek zehmetî kişand, lê dê dewlet tu carî negihêje mexseda xwe."    ‘DURÎTIYA DEWLETAN'   Bav Kaval bal kişand ser şerê Rûsya-Ûkraynayê û polîtîkayên "durû" yên dewletan û got: "Dewlet durû ne. Wê demê li vira xaniyên me hatin rûxandin, mirovên me hatin xerakirin, lê deng ji xwe neanîn. Lê îro ji bo şerê Ûkraynayê dengê xwe bilind dikin. Ger wê çaxê ji bo me dengê xw ebilind bikirana îro dê li Başûr, li Rojavayê komkujî çênebûna. Ji Sûrê heya Geverê bajarên me hatin xerakirin, zarokên me yên di zikê dêyên xwe de hatin qetilkirin. Cîhanê ji bo Ûkraynayê her tişt seferber kir, çima ji bo kurdan tiştekî nake. Ev durûtiya herî mezin e. Tiştekî din j, kurd divê bibin yyek. Ger em bi yek bûna, dê ev tişt nehatana serê me. Li vira kurê min mir, ên li Başûr, Rojava û Rojhilatê dimirin jî zarokên min in. Gelê krud têra xwe êş kişandiye. Ger em nebin yek dê felaketên gelek mezin bên serê me. Ez ji bo yekîtiyê bang tevahiya gelê me dikim."    MA / Mehmet Şah Orûç