3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e 2022-03-13 10:28:08 SÊRT - Qeymeqamê Misircê Çaglar Tekîn, di şaredariya ku weke qeyûm lê hatiye tayînkirin, xwe weke midûrê şîrketa wergirtina personelan tayîn kir û dest bi wergirtina 3 mûçeyan kir.  Wezareta Karên Hundir di 15’ê Gulana 2020’an de Qeymeqam Çaglar Tekîn wekî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Misirc a Sêrtê Baran Akgul ê HDP’î kiribû. Tekîn bi îcraetên xwe yên dawî ji rojevê nakeve. Tekîn, ji bilî peywîrên qeymeqam û qeyûmtiyê xwe weke midûrê şîrketa wergirtina personelan tayîn kir. Tekîn bi vê tayînkirinê hejmara mûçeyên xwe derxist 3’yan.    ARMANC RANT E   Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bi bîr xist ku bi teoriyên komployê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’î hat kirin û wiha got: “Dema mesele bûn qeyûm hiqûq danîn aliyekî. Beriya du salan nûçeyên ku di lênûskeke mala min de hatiye dîtin fermana çêkirina bombeyê têde ye hatin weşandin. Lê di îdianameyê de derbarê vê yekê de peyvek jî derbas nebû. Çapemeniya alîgir ku du salan ev yek kir mijara xwe îdianame nedît. Ji xwe armanca wan diyar bû. Bi tayînkirina qeyûman, pereyê gel li alîgiran belav bikin û di nava xwe de parve bikin. Asta ku hatinê û pratîkên wan vê yekê aşkera dike.”   KONTROLKIRIN NÎNE   Akgul, diyar kir ku şaredarî di nava deynan de ji AKP’ê girtin, dema deyn didan di heman demê de xizmet jî dikirin û wiha berdewam kir: “Beriya ku sala me ya duyê tejî bibe, bi hêcetên vala qeyûm tayin kirin. Piştî tayînkirina qeyûm nehiştin endamên me yên meclîsê tevlî civînan bibin. Bi awayekî ne zelal dest bi girtina biryaran kirin. Bi tu awayî mekanîzmayeke kontrol kirinê nîne.”   MEAŞÊ JI ŞÎRKETÊ DIGIRE 13 HEZAR IN   Akgul, dazanîn ku Qeymeqam Tekîn di şaredariya ku weke qeyûm hat tayînkirin de xwe weke midurê şîrketa wergirtina personelan tayin kiriye û got: “Qeymeqamê ku ji bilî meaşê qeymeqamtiyê meaşê qeyûm jî digire bi meaşê midurtiyê jî hejmara meaşên xwe derxist 3’yan.” Akgul, bi lêv kir ku qeymeqam meaşê xwe yê şîrketê derxistiye 13 hezaran û anî ziman ku nelirêtiya qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP’î bûne, êdî her tim tê kirin.    MA / Fethî Balaman