‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’ 2022-03-14 09:03:33 MÊRSÎN - Hevjînê Hatîce Aydin, Omer Aydin di Newroza 2002’yan de li Mêrsînê di pîrozbahiya Newrozê de hat kuştin. Aydin got: “Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma. Heta roja dawiya emrê xwe jî ezê wî agirî vêxim.” Agirê Newrozê bûye remza hebûna kurdan a neteweyî, azadî û têkoşîna wan. Ruhê kurdan û Newrozê bûye yek û ev kevneşopî didome. Yek ji welatiyên di pîrozbahiyên Newrozê de hat qetilkirin, Omer Aydin e. Ew di pîrozbahiya Newroza 2002’yan de li Mêrsînê ku li dijî qedexekirina pîrozbahiyê li ber xwe dida hat qetilkirin. Panzêrê li Mehmet Şen diqelibînin û yê Omer Aydin jî fişeka gaza îsotê li ser dilê wî dixînin û jiyana xwe ji dest didin.    Hatîce Aydin (50) hevjîna Omer Aydin e û behsa serpêhatiyên hatiye serê wê kir. Hatîce Aydin diyar kir ku hevjînê wê Omer heta roja hat qetilkirin ji Newrozê û têkoşîna xwe hez dikir û got: “Omer ji wî agirî hez dikir û me jî ji wî agirî hez dikir. Heta roja ku ez bijîm, ez ê ji wî agirî hez bikim.”      HEVJÎNÊ WÊ GOTIYE, ‘EZ Ê BIÇIM VÊ NEWROZÊ’    Hatîce Aydin da zanîn ku wê demê hevjînê wê delegeye partiya HADEP’ê bûye û ji ber Newroz hatiye qedexekirin her çiqas nexwestiye hevjînê wê biçe pîrozbahiyê jî lê hevjînê wê re gotiye, “Ez bizanibim cenazeyê min jî were malê, ez ê biçim vê Newrozê. Serê sibê zû rabû û xwe amade kir û bi kelecanî ji malê derket. Min jî da pey wî û ez çûm qada Newrozê. Panzêran bi ser însanan de diajotin. Bombeyên gazê dadikirin xelkê. Gel li hemberî polîsan li ber xwe dida. Panzêrê pê li Mehmet Şen kir û ew kuştin. Lê gel li ber xwe da.”    ‘SAQOYÊ WÎ DAN MIN’    Hatîce Aydin anî ziman ku di nava wê berxwedanê de polîsan bombeya gazê avêtiye li hevjînê wê xistine û ji ber bombe li ser dilê wî dikeve, hunavê wî xwîn dibin û jiyana xwe ji dest dide. Aydin got heta ew çûye cihê hevjînê wê lê şehîd ketiye wî rakirine nexweşxaneyê û saqoyê wî li wir mabû dane wê.   ‘KURD NATIRSIN’    Aydin diyar kir ku wan ji gundê Bizika bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Mêrsînê kirine û wan her dem pîrozbahiya Newrozê kirine. Aydin anî ziman ku Newroz ji bo kurdan gelek girîng e û wek mizgîniya biharê dibînin û sala wan nû ye. Aydin got êdî nema kurd ji tiştekî bitirsin û her çiqas zext li ser gelê kurd tê kirin, kurd ewqas bi hêz û zane dibin.    ‘MÎRASA HEVJÎNÊ MIN JI ME RE MA’     Hatîce Aydin dibêje ji ber ku ew li erdê ketiye û lingên wê şikestine dê nikaribe tevli pîrozbahiya Newroza îsal bibe û got: “Xwezî lingên min neşikestina û ez beşdarî pîrozbahiyê bibûma. Em ji zarokatiya xwe heta niha Newrozê pîroz dikin. Piştî ku Omer şehîd bû hin bêtir em çûn qadên Newrozê. Newroz wek berxwedana mîrasa hevjînê min ji me re maye. Her çiqas dewletê me kuşt jî lê me paş ve gav neavêt. Piştî qetilkirina Omer ez hin bêtir bi ruhek berxwedê çûm Newrozê. Divê her kes ji bo nirxên xwe biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê û vê roja xwe ya netewî pîroz bikin. Helbet em ê bi ser bikevin. Hêviya me qet qût nebû.”    MA / Selman Guzelyuz - Cemîl Ûgûr