Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê 2022-03-14 09:03:39 ENQERE - Rojnamevan Meltem Oktay a ku bi kameraya xwe bû şahidê pêvajoya qedexeya li Nisêbînê got: “Polîsan weke baranê gule dibarandin. Jinan jî bi lîlandinên xwe dengê xwe bi ser dengê guleyan dixist. Xwerêveberî bertekek li dijî kuştina jinan bû, ragihandina îradeya jinan bû.” Li bajarên bakurê Kurdistanê di navbera salên 2015-2016’an de bi fermana îktidarê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, di dema qedexeyan de bi mehan mafên herî bingehîn ên herî kêm 1 milyon û 809 hezar kesî yên weke azadî û ewlekarî hatin binpêkirin. Di vê pêvajoyê de li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), herî kêm 310 sivîl hatin kuştin.    6 TAX HATIN SERÛBINKIRIN    Di qedexeyan de dewletê hemû hêza xwe bikar anî. Malên xelkê hatin xerakirin. Yek ji navendên ku bi mehan di bin qedexeyê ango dorpêçê de ma, navçeya Nisêbîna Mêrdînê bû. Qedexeya ku cara ewil di cotmeha 2015’an de hatibû ragihandin. Li navçeyê bi giştî 8 caran qedexe hatibû ragihandin. Qedexeya herî dirêj di 14’ê Adara 2016’an de hatibû ragihandin û piştî 134 rojan di 25’ê Tîrmeha 2016’an de qedexe bi hindikî hatibû rakirin. Qedexeya li ser kuçe û kolanên dorpêçkirî yên taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abidîn û Qijleyê di 20’ê Nîsana 2018’an de hatibû rakirin. Di dawiya 25 mehan de 6 tax bi temamî hatin wêrankirin û li şûna avahiyên xelkê, TOKÎ’yê avahî çêkirin.    Xebatkarên çapemeniya azad ên ku nûçe di cih de dişopandin jî di vê heyamê de rastî zext, êriş, binçavkirin û girtinê hatin. Lê belê berevajî çapemeniya alîgir, xebatkarên çapemeniya azad bi derbaskirina hemû zehmetiyan xebatên xwe berdewam kirin da ku agahiyên rast bigihînin raya giştî. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay ya ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji ber nûçeyên di dema qedexeyên derketina derve de hat girtin, nêzî 3 salan di girtîgehê de mabû.    Oktay a ku di wê serdemê de bi kameraya xwe şahidî kir, behsa bûyerên li Nisêbînê kir.    ‘ÇEKÊN GIRAN XISTIN DEWRÊ’    Oktay bi bîr xist ku qedexeyên li Nisêbînê di Tebaxa 2015’an de dest pê kirin û got: “Xweserî daxwaza gel a demokratîk e, sîstemeke rêveberiyê ye ku li gelek deverên cîhanê li ber xwe dide û gelan dike yek. Berê jî li dijî kurdan gelek êriş hatin kirin. Piştî sala 2015’an her tişt hat rawestandin, têkiliyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî qut bûn. Li cihên ku kurd lê dijiyan tim operasyon dihatin kirin. Jin û ciwan hatin binçavkirin û girtin. Ji ber zextên dewletê gel jî bi xwerêveberiyên ku ragihandibûn parastina xwe kir. Lê belê xwerêveberî gav bi gav veguherî pêvajoyeke şer û pişt re bû serdema komkujiyan û çekên giran ketin dewrê."   ‘JIN BÛBÛN REMZA BERXWEDANÊ’    Oktay anî ziman ku li her cihê ku şer hebû jin bûbûn remza berxwedanê û wiha got: “Li vir jî jin her tim di nava berxwedanê de bûn. Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Jinên ku cih û warên xwe neterikandin nikaribûn pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin û pêdiviyên wan ên herî bingehîn ji destê wan hatin girtin. Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan jî remza berxwedanê jin bûn. Di heman demê de jinên rojnameger bûn şahidê berxwedanên xwerêveberiyê yên li bajarên bakurê Kurdistanê. Ez jî li Nisêbînê bûm. Li wir karê rojnamegeriya jinan bi rîsk bû. Ji ber ku min li wir şer dişopand. Berpirsiyariya min jî hebû ku ez rastiyan ragihînim.”    ‘DENGÊ LÎLANDINÊ BI SER DENGÊ GULEYAN DIKET’    Oktay destnîşan kir ku ew bi berpirsyariya ragihandina rastiyan a ji cîhanê re tevgeriyaye û wiha got: “Hestek têkoşînê bû ku jinan berxwedan mezin kir û di vê pêvajoyê de gav paşde neavêt. Êriş hebûn, polîsan bi maşînên zirxî mîna baranê guleyan li xelkê direşandin, lê jinan li kolanan dilîland û dengê lîlandina wan bi ser dengê gule û bombeyavan diket. Ev yek her şev pêkdihat. Xwerêveberî bertekek li dijî kuştina jinan û bi wê re jî ragihandina îradeya jinan bû. Weke jinên rojnamevan em li cihê ku çekên herî giran lê dihatin bikaranîn me rojnamevaniyê dikir. Di dawiya êrişan de çapemeniya alîgir hat Nisêbînê. Hewl da tiştên ku diqewimin bi mantiqa xwe ya alîgir û berxwedana xelkê pûç bikin ragihîne. Dema kurd dihatin qetilkirin, weke ku tiştek nebûbe tevdigeriyan. Sazî û dezgehên ku rastiyê radigihandin û vedigotin, pişt re hemû yek bi yek hatin girtin. Zext li ser rojnamevanan dest pê kir, hatin binçavkirin, hatin girtin û sirgûn bûn.”