‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin' 2022-03-14 15:01:17   MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Mêrsînê Îbrahîm Kaya, diyar kir ku bi lêpirsîna derbarê malbata Dedeogûllari û parêzerên wan hatiye destpêkirin de tê xwestin ku ser komkujiyê were girtin.   Alî Keleş, Velî Keleş û Ayşe Keleş yên ji dosyeya kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn ku 7 ferdên wan qetilkiribûn, ne girtî tên darizandin, giliyê parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari kiribûn. Li ser vê yekê dozgeriyê derbarê malbata Dedeogûllari û parêzerên wan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê têkildarî lêpirsîna dermarê parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari hatiye vekirin li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Parêzer Hoşyar Sariyildiz ê di heman demê de endamê OHD’ê ye jî û endamên OHD’ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de metnê daxuyaniyê Îbrahîm Kaya xwend.    ‘LÊPIRSÎN NÎŞANEYA BÊHIQÛQIYÊ YE’   Kaya, bertek nîşanî lêpirsîna hatiye destpêkirin da û wiha got: “Derbarê parêzerên malbatê Alî Bozan, Mavîş Aydin, Ebrû Akkal ên endamên OHD’ê û hin hempîşeyên me yên din ji aliyê bersûcê dosyayê ve li CÎMER, li Wezareta Karên Hundir, Serdozgeriya Komarê ya Konyayê gilî hatiye kirin û Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ji daxwaz kiriye ku parêzerên malbatê biçin îfadeyê bidin. Em dixwazin bêjin ku parêzer mecbûre berjewendiyên muwekîlên xwe berçav bigire û wisa parastinê bike. Di vê çarçoveyê de tu asta hiqûqî ya lêpirsîna hatiye destpêkirin nîne û lêpirsîna ku Serdozgeriya Konyayê daye destpêkirin bi awayekî aşkere nîşaneya bêhiqûqiyê ye.”     ‘DIXWAZIN KOMKUJIYÊ BIPEÇINÎNIN’   Kaya, destnîşan kir ku bi lêpirsîna derbarê ferdên malbata Dedeogûllari û parêzerên wan hatiye destpêkirin de tê xwestin ku bi ser komkujiyê bigirin û wiha berdewam kir: “Parêzerên malbata Dedeogûllari ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji roja ewil heta niha ji bo rastî derkevin holê dixebitin. Em weke Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê dixwazin diyar bikin ku em ê şopdarên dosyayê bin û li cem parêzerên malbata Dedeogûllari bin. Têkildarî van zextên li ser hempîşeyên me tên meşandin û lêpirsîna ji ber karê xwe kirine hatiye destpêkirin, baroyan vedixwînin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”