Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin 2022-03-14 15:22:36   AMED -  Pîrozahiyên Newrozê yên li taxên navçeyên navendî yên Amedê berdewam in. Di çerçoveya bernameyên Newroze de îro li Taxa Tilhem a Yenîşehîrê agirê Newrozê hat vêxistin.    Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehîr a Amedê di çarçoveya xebatên Newrozê de li taxên Qerewêriye û Êxliyê ji bo vexwendina Newrozê belavok belav kirin û li Taxa Tilhamê jî bi tevlibûna gelek welatiyan, pîrozbahî li dar xist.    Endam û rêveberên HDP’a Yenîşehîrê li taxên Qerewêriye û Êxliyê mal bi mal geriyan û gel vexwend Newroza Amedê. Şêniyên taxê, endam û rêveberên partiyê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin. Endam û rêveberên partiyê piştre jî ji bo pîrozbahiyê derbasî Taxa Tilhamê bûn. Li taxê ji ewil belavok hatin belavkirin û piştre jî pîrozbahî hat lidarxistin.   Di pîrozbahiyê de gelek welatî amade bûn û dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” berz kirin. Beşdaran li dora agirê Newrozê xelekên govendê girê dan, çepik lê xistin, tililî avêtin û dirûşm berz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Belgî Dîken axivî û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser gelê kurd. Dîken, bang li gel kir ku li dijî van polîtîkayan dakevin qada mitîngê.  Piştî axaftinê jî şahî bi dawî bû.