Gelê Elkê vexwendin Newrozê 2022-03-14 15:43:02 ŞIRNEX - Rexmî şert û mercên ne baş ên hewayê jî xebatên Newrozê li navçeya Elkê didomin. Yekemîn pîrozbahiya Newroza îsal wê sibê bi dirûşmeya”Dem dema serkeftinê ye” li navçeya Elkê ya Şirnexê bê kirin. Wê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlementerên HDP’ê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeyê bibin.    Rêveber û endamên rêxistina HDP’a Elkê, tevî hemû şert û mercên ne baş ên hewayê jî ji duh ve xebatên xwe yên Newrozê didomînin. Rêveber û Endamên HDP’ê li gundên Melêsê, Gelejêr, Çeman, Bêrman û Setkarê yên navçeyê bi gel re hatin gelhev û wan vexwendin Newroza ku dê sibê saet 12:00’an li qada Newrozê bê pîrozkirin.   Şandeya ku ji KCD, DBP, HDPû HDK’ê pêk tê wê ji aliyê xelkê Elkê ve bi girseyî bê pêşwazîkirin.