Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe 2022-03-14 16:30:13   MÊRDÎN - Xelkê gundê Wergaxensê ya bi ser navçeya Dêrikê ve bi vêxistina agir û gerandina govendê Newroz pîroz kirin.    Li gund, mezra û taxên navçe û bajarên bakurê Kurdistanê hêdî hêdî êdî dûyê agirê Newrozê ber bi esman ve bilind dibe. Newroza îsal jî li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyên mezin ên li navçe û bajaran xelkê li gundan û taxan agirê Newrozê vêdixe û pîrozbahiyan li dar dixe.    Li gundê Werganxensê ya bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê ve agirê Newrozê vêxistin. Xelkê gund li derdora agir govend gerand û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin. Jinên gund bi cilên xwe yên netewî li derdora agir govend gerandin.